Ji hunermend Bermal Çem berhemek nû: Bajarê Newrozê

Hunermenda Kurd Bermal Çem bi boneya Newrozê strana “Bajarê Newrozê” derxist û got: “Ez vê berhemê diyarî şehîdên, kîngê azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê bi bedenen xwe gur kirin, dikim.”

Têkildarî cejna Newrozê û pîrozkirina Newrozê li Rojhilata Navîn bi hezaran helbest, çîrok hatine nivîsin û stran hatine strîn. Çanda pîrozkirina Newrozê ji 2 hezar û 600 salî zêdetir e ku li ser axa qedîm ji aliyê gelê arî ve wek cejnekê hatiye pîrozkirin. Ev çanda Newrozê û rîtûelên din çandek e ku ev hezar sal in xwe spartiye çanda devkî û heta roja me ya îroyîn jî berdewam kiriye. Lê helbet di çanda devkî ya bi hezaran sal in didome de, bi demê re reng û şêweyên hin seretayên çandî guherîne, hin winda bûne û hin ji wan jî belav bûne. Dema em li gor şert û mercên erdnîgariya Kurdistanê mêze dikin jî xuya ye ku gelê Kurd bi hezaran salan li ser çiyayan, li gund û bajaran agir pêxistine û ‘roja nû’ bi stran, kilam û rîtûelên bi vî rengî pîroz kirine. Di sedsala 16-17’emîn de ji helbestvanê Kurd Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî heta gelek dîwan û helbestên din gelek kesan li ser roja ‘Newroz’ê helbest nivîsîne. Bêguman çanda pîrozkirina Newrozê yan jî wek cejna Kurdan pîrozkirin, bi salan e ku li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Li seranserî Kurdistanê li her gund, tax, navçe, bajarok û bajaran agirê Newrozê gur dibe. Hunermenda Kurd Bermal Çem bi hatina Newroza sala 2022’an ku Kurd bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” pîroz dikin, helbesta Diladar Welat kir stran û diyarî şehîdên agirê Newrozê bi bedena xwe gur kirine, kir.

ÊN AGIRÊ NEWROZÊ BI BEDENA XWE GUR KIRIN…

Hunermend Çem, der barê berhema xwe ya nû “Bajarê newrozê” de ji ANF’ê re axivî. Çem anî ziman ku strana ‘Bajarê Newrozê’ li ser bajarê qedîm û berxwedêr bajarê Amedê ye û got: “Ez vê berhemê diyarî şehîdên, kîngê azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê bi bedenen xwe gur kirin, dikim.”

‘DI HER KÊLIYÊ DE DIKARE BIBE VOLKAN Û BITEQE’

Çem da zanîn ku gelek sitran di deme borî de li ser Newrozê hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Lê belê ev demek dirêje ku berhem nehatine afirandin. Dibe ku hinek jî ji bêdengiya Amedê be, lê ez timî ruhê berxwedêr ê Amedê di kûrahiya hestê xwe de hîs dikim. Di kêliyên bêdengiyê de jî ji nîşka ve dikare bibe volqan û biteqe. Lewra ne Amed ne jî yek bostek axa Kurdistanê tu caran wê bêdengî û zordariyê ji bo xwe qebûl neke. Ji bo vê yekê em carek din dibêjin, Amed û carek din dibêjin tu bajarê Newrozê yî. Ev stran jî çîroka xwe ji serpêhatiyên ku di hembêza Amedê de rû dane digre. Gotinên stranên yên helbestvanê hêja Diladar Welat û muzîka wê jî aydê mine. Aranje û tomarkirina sitranê hunermendên hêja Memo Gul û Mazlûm Rewşen çêkirin e. Hemû hevalên ku ked dane ji bo sitranê ez spasiya wan dikim.”

‘BAJARÊ BERXWEDANÊ’

Çem destnîşan kir ku çawa ku Newroz cejnek berxwedêr be, bajarê Amedê jî ji dîrokê û heta roja me bûye bajarek berxwedanê û wiha pê de çû: “Lewma bajarê Newrozê ye, lewma Mazlûm Dogan agirê Newrozê li zindana Amedê vêxist û bû Kawayê Hemdem. Di salên 1990’î de têkoşîna gelê Kurd ku li her deverê belav dibû û bi gel dihat nasîn, jinek derket ser bedenên Amedê û bedena xwe da ber agir û xwe bi agirê Newrozê re kire yek. Ev jina serhildêr a pêşî bû. Ew xwendekara zanîngehê bû û ji berxwedan û şiyarbûna jina Kurd re pêşengî kir; ew Zekiye Alkan bû. Newroz bi agirê bedena Zekiye Alkanê gihîşt qonaxeke din. Êdî dema Kurdan digot Newroz, vîna jina Kurd a li ser bircên Amedê tê bîra mirovan. Em yek kêlî jî tekoşîna ku li kolanên Sur, li zindanên Amed, li kuçe û bircên Amed hatiye dayîn ji bîr nakin. Ew deng û şopa gelek leheng û têkoşera ye ku ji hest û sitranên me re dibin heval. Dengê Çiyager û Nurcana ye. Ji bo vê Amed bû bajarê Newrozê. Bû bajarê berxwedanê. Ev sitran jî bi hest û hîskirina zarên çiyayî yên qehreman û gelê me yê ku tu car ji djminre çonk nedanî ne derket. Min xwest ku vê sitranê di roja Newrozê de diyarî gelê Kurd û bi taybet jî gelê Amedê, Newroza Amedê bikim. Dil dixwest ku li ser wê dike sitranên xwe bibêjim, kêfxweşî û coşa gel ji nêzve jiyan bikim. Lê tenê dengê min jî bigêhêje gel ji bo min cîhê şanaziyê ye. Hevîdarim ku bivê sitranê dilopek be jî ji hestê gelê xwe re bibim bersiv.”

‘BI AGIRÊ NEWROZÊ WÊ TECRÎDA GIRAN BIŞEWITE’

Çem anî ziman ku agirê Newrozê roja roj çi temsil dikir, bi wê hêvî û daxwazê di dil û destê Kurdan de bi hezar salan her şixulî, ji ber ku sembola azadiyê bû. Çem got ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce û şopdarên wan, her ku azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê gur bû, em cardin bi kelecanek bê hempa cejna Newrozê pêşwazî dikin. Hunermend Çem anî ziman ku ew bawere ku bi coşa tevlîbûna gel a Newroza 2022’an wê dengê qadan bigihîje greva Îmralîyê û wiha dawî kir: “Wê agirê Newrozê tecrîda girankirî bişewitîne. Divê armanca Newrozê ji bo me bibe azadkirina Rêber Apo. Lewra ne tenê di roja Newrozê de her wext û kêlîyê divê em bi coşa Newrozê li qada bin. Hêrsa me û dengê me bi hêza Newrozê diwarê zilmê, dîwarê sînor û zindanan hilweşîne. Jin, ciwan, zarok, kelepîr bi heman biryarê em tekoşîna xwe himbêz bikin û xurt bikin.”

“BAJARÊ NEWROZÊ”

Min çavên te bi azadiyê kil da

Bejna te şax daye li sitranan

Sebir û semyana serdemê

Tu helbesta eşqêyî

Amedê Amedê

 

Serkêşa serhildanên dozê

Bajarê gelê Newrozê

Paytexta welatê rojê

Evîna hemû demayî

Amedê Amedê

 

Hewsel hênîkiya li hestên te

Farqîn Licene du baskên te

Gerdena te cîhê dildaran

Kevoka li ser milê siwaran

Amedê Amedê

 

Dicle helbest û awaze li porê te

Dorşîna min denge li dîroka te

Çiyager şahê bircên te

Berxweda ne her axa te

Amedê Amedê"