Hunermendan serdana Xelîl Xemgîn kir

Humermendê Kurd Xelîl Xemgîn ê 17’ê Gulana îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê, vegeriya mal. Huermendên Kurd serdana Xemgîn kirin.

Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn ê ji ber şewba vîrûsa koronayê demek dirêj bû li nexweşxaneyê dihate dermankirin, 30’ê Îlonê ji nexweşxaneyê hatibû veguhestin.

Hunermendên Kurd jî serdana Xelîl Xemgîn kirin.

Xelîl Xemgîn spasiyên xwe pêşkêşî hevpîşeyên xwe kir ku di van rojên giran de li gel wî bûn. Xemgîn got: “Ez serbilindim ku hevalên weke we min heye. Ez bextewerim ku neferekî ji gelê Kurd im ku we ez tenê nehiştim.”