Hîlala Zêrîn stranek li ser Efrîn û Kobanê derxist

Tevgera Hîlala Zêrîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê stranek nû li ser berxwedana Efrîn û Kobanê derxist. Klîba stranê wê di demek nêz de bê weşandin.

Beriya erdheja 6′ê Sibatê Tevgera Hîlala Zêrîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekirina kişandina yekemîn klîba xwe dikir. Lê bandorên erdhejê û windahiyên li Cindirêsê û qedexeya gihandina komên rizgariyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, hişt ku ev klîb dereng bimîne.

Piştî derbasbûna 3 mehan di ser erdhejê re, endamên tevgerê ji dawiya Gulanê ve dest bi perwerde û kişandina klîbê kir û wê di demekê nêz de biweşînin.

Gotinên stranê yên Zozan Qamişloyê ne û awaz a hunermend Hisên Xanê û Mihemed Bilko ye.

Wê Koma Şehîd Vajîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranê bibêje.