Hejmara meha Gulan û Hezîranê ya kovara Ciwanên Welatparêz derket

Hejmara meha Gulan û Hezîranê ya kovara Ciwanên Welatparêz (Yurtsever Gençlîk) bi dirûşma 'Me Mirin Rakir û Nemirî Afirand' derket.

Hejmara meha Gulan û Hezîranê ya Kovara Ciwanên Welatparêz (Yurtsever Gençlîk) ku weke kovareke bîrdozî û çandê ya du mehane li ser platformên medyaya dîjîtal weşana xwe didomîne, derket.

Di vê hejmara kovarê de, gelek gotarên cuda yên ku behsa mehên Gulan û Hezîranê dikin cih girtin. Di beşa bi navê Perspektîfa Rêbertiyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo bîranîna şehîdên Gulanê cih digirin. Di perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan de jî nirxandinên ku divê ciwan û jinên ciwan çawa bersivê bidin serdema krîtîk a ku em tê re derbas dibin, hene.

Di beşa dosyayê de gotarek li ser Pêngava 1’ê Hezîranê û rola ciwanên Apoyî yên di nava vê pêngavê de cih digire. Di heman demê de hevpeyvîneke Endama Meclîsa Rêveber a PAJK'ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulçiya Gabar a ku di sala 2019 'an li Garê şehîd bû li ser Şehîd Zîlan cih girt.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk di nivîsa xwe ya bi sernavê 'Ala şoreşa ciwanan a 1968'an li çiyayên Kurdistanê li ba dibe' ku ji bo kovara Yurtsever Gençlîk nivîsî, li ser ruh û pêvajoya dîrokî ya sala 68’an a ciwanan ku ji Parîsê heta Kurdistanê belav bûne nirxand. Cemal Şerîk dibêje: "Çirûska Şoreşa 1968'an di 4'ê Gulanê de li Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê hate pêxistin. Piştre jî bi gerdûnî bû. Tevgera ciwanên şoreşger ên li Tirkiyeyê jî cihê xwe di nava vê pêla şoreşê ya bilindbûyî de girt. Berdêlên mezin hatin dayîn. Lê tu carî destûr nedan ku ev ala şoreşê bikeve erdê û ev al ji destekî dewrî destekî din hate kirin û her tim li bilindahî li ba bû.

Di salên ku piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Adara 1971'an dest pê kir de, ev ala şoreşgerî ji aliyê tevgerên ciwanên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê ve ku di pêşengiya Rêber Apo de dest pê kir, hate dewir girtin. Piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ev al li qadên têkoşîna germ a ku amadekariyên pêngava şoreşgerî dihatin kirin û di destên berxwedanên zindanan de hate hildan; radestî gerîlayên azadiya Kurdistanê hat kirin û ji sala 1984’an û vir ve gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê vê alê li ba dikin.”

Di kovarê de gelek naverokên cuda jî hene. Hûn dikarin li ser lînkên li jêrîn xwe bigihînin kovarê:

https://issuu.com/yurtsevergenclik

https://komalen-ciwan.com/category/yurtsever-genclik/