Hejmara 240’an a kovara Stêrka Ciwan derket

Hejmara 240’an a Stêrka Ciwan ku yek ji weşana herî demdirêj a ciwanên Kurd li Ewropayê ye, derket.

Hejmara 240’an a kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji aliyê ciwanên Ewropayê ve tê weşandin derket. Stêrka Ciwan ku ji gotarên bi zimanên wekî Kurdî, Elmanî, Fransî û Tirkî pêk tê, vê mehê bi sernavê “Di Xeta Şehîdan De Em ê Netewa Demokratîk Ava Bikin” derket.

Di hejmara Gulanê ya kovarê de bi taybetî nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hilbijartinên 1995’an û Şehîdên Gulanê hatin bîranîn. Di vê hejmarê de gotarên perspektîf ên rêxistinên ciwanan ên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) jî cih girtin. Di heman demê de ji bo fermandarê Zapê yê mezin Şehîd Fazil Botan û Şehîd Delîl Çiyager ê ji Ewropayê tevlî refên azadiyê bûne, gotarên bîranîn hatin weşandin.

Di hejmara Gulanê ya kovarê de ji gotarên bîrdozî heta mijarên çandî, hunerî û dîrokî li ser gelek mijaran naverok cih digire.

Sernavên di kovarê de cih digirin wiha ne:

RÊBER APO

– Sîstema Siyasî ya Tirkiyê ketiye Serdema Qeyrana Mezin

– Di Xeta Şehîdan De Em ê Bibin Şervanên Azadiyê

PERSPEKTÎF

- Zehmet e ku mirov ciwanek dixwaze ber bi azadiyê ve bimeşe asteng bike

– Erkämpfe Freiheit!

JINÊN CIWAN

– Roj Roja Avakirina Hêviyê ye

– Gemeinsam Zu Freien Frauen Werden

LÊGERÎNA AZADIYÊ

- Lêgerîna Azadiyê ji Gerdûn û Xwezayê Serbixwe Fikirîn

BÎRANÎN

– Ji Bo Tevgera Azadiyê Mamosteyeke Canfeda Bû

– Fermandarê Zapê Fazil Botan

DÎROK

– Kronolojiya PKK’ê XII

NIRXANDIN

– Rola Girîng a Ciwanên bi Şoreşê ve Girêdayî

- Xwe bi Rêxistin bike û Serkeftinê bigre Garantiyê

- Ji Werzişvanên Ciwan re!

– Şehîdên meha Gulanê

– Freien Willen Zuruckerobern!

– Çiyayê ku Min dawî dît Bêzar e; Çiyayê ku lê mirim Bêzare…

ROJNIVÎSÊN GERÎLA

– Ji Hevrêyan û Hemû Mirovahiyê re..

 ÇAND

– Şeva Çar Şoreşgeran – Helbest

ÇALAKÎ

– Çalakiya Dusseldorfê

PIRTÛKXANE

– Pirtûkên Ku Em Pêşniyaz Dikin