Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1'emîn destpê kir
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1'emîn bi hilatina rojê re li ser çiyayê Çilmêra yê Şengalê destpê kir. Festîval wê sê rojan dewam bike.
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1'emîn bi hilatina rojê re li ser çiyayê Çilmêra yê Şengalê destpê kir. Festîval wê sê rojan dewam bike.
Ji bo tevahî zindiyên di gerdûnê de xalek despêkirinê heye. Bi vê gavê avabûn çêdibe, bi vê gavê taqet, biryar û tevger çêdibe. Ji bo tevahî civak û baweriyan jî ev yek wiha ye. Ji bo ku li xweşiyan xweşî zêde bibe. Ji bo azadî û aştî pêk were, ji bo di tama hunerê de bê jiyîn û bi awayê herî bi pîvan û bedew bê jiyîn xalek destpêkirinê heye.
Weke her civakê ji bo civaka Êzidî jî xalek despêkirinê heye. Ew jî ketina tewafa rojê ye. Weke her roj careke din îro jî Êzidî yên ku milepsê wan ji paqijiya dil û mejiyê wan ketin sekna rêzdariyê ji rojê re.
JI 7 HETA 70 SALÎ DUAYA ROJÊ
Li çiyayê Çilmêra yê Şengalê sibeheke zû hê roj derneketiyeji 7 heya 70’ê salî bi cilên sipî derdora Quba xwe ya pîroz û herkesê cihê xwe girt. Bi bayê hênik re hêdî hêdî destên wan ber bi jorê bilind bûn ji bo dua minek û hêviyên xwe bixwazin. Her kesî bi hev re dest bi duaya rojê kirin. Zarok û kalan bi hev re rûyê xwe ber bi rojê bilind kirin û çavên xwe girtin. Hinek ji wan bêdeng hinek jî bi deng duayên xwe dikin. Tu tişt nikare vê rîtuela balkêş û bibandor xera bike. Ji ber kesên li wir dua dikin her yek ji wan xwe tenê bi rojê re hiştine. Xweza jî dibû hevrêya wan a rêwitiiya rojê û li gorî daxwazên wan bayê jî xwe li nava çiyayê Çilmêra di herikand û bi gozik û cilên wan re dansa rojê dikir. Yên ku bi dengê bilind dua dikirin digotin:
"Ti bidiya Xatira Dira Zere, Ax av agir û bere Erid, Asîman û Bere ya Şêşims ti li banga mala xwe û me jî were.
Ya Swarê Rojhilat û Rojavayê, tu bidî Xatira Dot û dayê, tu me xilas bikî ji Qedayê, belayê.
Nûr ji nûrê Şefiqî, Sibhan ji te Xaliqî melekî li ber taqetî"
'JI BO RÊBER APO Û GERÎLAYAN DUA KIRIN'
Li ser axa pîroz ya Êzidxanê cara yekem festîvala çand û hunera çiyayê Şengalê tê li darxistin. Berî ku festîval destpê bike weke tevahî jiyana xwe civaka Êzidî xwestin li ser axa pîroz ya Êzidxanê di festîvala yekem ya çand û hunera çiyayê Şengalê de jî bi duaya rojê despê bikin. Ku duaya rojê yek ji sembol herî diyar a civaka Êzidî ye. Bi dehan kesên ji bo vê duaya rojê berê xwe dan çiyayê herî bilid ê Şengalê, li cem quba Çilmêra û li wir duayên xwe kirin. Di duayên xwe de her yekê ji bo warê xwe ji bo axa xwe, civaka xwe daxwaza azadî û aramiyê kirin. Her wiha ji bo Serokê xwe daxwaza azadiyê kirin û ji bo serketina Gerîlayên Azadiyê dua kirin.
GOVEND JI BO HER CIVAKÊ CUDA YE, JI BO CIVAKA ÊZIDÎ CUDA YE
Li du duayan bi hevre govend girtin. Govend li her deverê di wateya dîlanên di şahiyan de ye, lê di baweriya civaka Êzidî de govend jî rîtuleke olî ye. Di govendê nabe kesên tê de lingên xwe ji erdê rakin. Her wiha xala din a herî girîng di govendê de tevahî kesên beşdar dibin yên di destê hev de dibin bira û xoşkên hev yên manewî ne. Li çiyayê Çilmêra piştî duaya rojê û govendê dengbêjên çiyayê Şengalê bi dengê xwe bi awaz û çîrokên stranê xwe çiya û zinarên Şengalê xemgîn kirin, bihêz kirin û pesinandin. Li dû stranên xwe dengbêjan berê xwe dan Serdeşta çiyayê Şengalê û li navenda çand û hunera Serdeştê taştêyeke kevnar a civaka Êzidî hate danîn. Bi vî awayî roja yekê ya festîvalê destpê kir.