Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li hember sansûrkirina fîlmê Bakur nerazîbûn nîşan da û ev bang li kedkarên sînemayê kir: “Werin em hêza xwe ya ji gel û kedê tê bikin yek. Em pêvajoyên çêkirin û parvekirina fîlman bikin komun.”
Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ji ber fîlmê Bakur ê Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel derhêneriya wê kirine di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de nîşandana wê hat betalkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komeleyê bang li kedkarên sînemayê kir û got, ““Werin em hêza xwe ya ji gel û kedê tê bikin yek. Em pêvajoyên çêkirin û parvekirina fîlman bikin komun.”
Di daxuyaniyê de ji ber sansûrkirina fîlmê Bakur endamên juriyê yên festîvalê, sînemagerên ku wek bertek ji festîvalên fîlman ên Enqere û Stenbolê vekişiyan hatin silavkirin û ev xisûs hat diyarkirin: “Em diyar dikin ku li hember her cure zext û sansûrê heta dawiyê em ê têbikoşin û em li rex fîlmê Bakur in."
Komeleyê di dawiya daxuyaniya xwe de jî got, “Li hember hêza hunera me ya rêxistinkirî wê ti alavekî zextê yê desthilatdariyekê encam negire.”