'Em ê her tim bi zimanê xwe baxivin û binivîsînin'

Gelê Şengalê, yekemcar e bi zimanê xwe yê dayikê zarokên xwe perwerde dike. Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî, mamosteyên li Şengalê ji ANF'ê re axivîn.

Gelê Şengalê, yekemcar e bi zimanê xwe yê dayikê zarokên xwe perwerde dike. Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî, mamosteyên li Şengalê ji ANF'ê re axivîn.

Mamosteyê ziman ê bi navê Merwan Xidir got: "Ez vê roja  zimanê kurdî li hemû gelê Êzîdxan û Kurdisatanê pîroz dikim. Li Şengalê 9 dibistanên bi zimanê dayikê zimanê Kurdî hatin vekirin. Li van dibistanan dersên Kurdî, çand û baweriya Êzidiyan tê dayîn."

Mamosteya Leyla Xidir jî Cejna Kurdî li hemû gelên bindest pîroz kir û got, "Bi rastî jî zimanê dayikê, zimanekî pîroz e. Piştî fermana 3'ê Tebaxê me dikarî ku em bi zimanê dayika xwe û fikir û zanebûna xwe bidin zarokên xwe û wan perwerde bikin."

Mamoste Xelef Niso jî got, "Ez destpêkê roja zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û bi taybetî civaka Êzidî pîroz dikim. Em bi zimanê xwe yê dayikê daxivin, dinivîsînin. Bû sê sal ku civaka Êzidî bi zimanê xwe yê dayikê dibistanên xwe vekiriye û bi zimanê dayikê xwe perwerde dikin."

Di dawiya axavtina xwe de Niso da zanîn ku ew ê her tim bi zimanê xwe yê dayikê baxivin, binivîsînin û zarokên wan li ser vî fikrî mezin bibin.