Di pevçûna navbera Îsraîl û Hamasê de 4 fermandarên Fîlîstînî mirin
Di pevçûna navbera Îsraîl û Hamasê de 4 fermandarên Fîlîstînî mirin
Di pevçûna navbera Îsraîl û Hamasê de 4 fermandarên Fîlîstînî mirin
Dema ku artêşa Îsraîlê xwest li Şerîda Gazzeyê tunelekê hilweşîne teqîn û pevçûnê rû da û di encamê de 4 endamên Hamasê jiyana xwe ji dest dan, 5 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.
Pevçûn, ji ber ku yekîneyên leşkerî yên Îsraîlê bi maşînên kar sînor derbas kirin, rû da. Li gorî daxuyaniya ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, yekîneyên leşkerî dema xwestin tuneleke di destpêka meha Cotmehê de aşkera bû hilweşîne teqînekê rû da û 5 leşker birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hamasê bombe teqandiye û diyar kir ku birîndar sewqî nexweşxaneyeke Îsraîlê hatin kirin û bersiv ji êrîşê re hat dayîn.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa ji tanga Îsraîlê de ji baskê leşkerî yê Hamasê çar şefên herêmî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rayedarên Fîlîstînî milîtanê bi navê Rabîeh Barîkeh di pevçûna êvara Pêncşemê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, milîtanê bi navê Halîd Ebûbekîr jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin, cenazeyê du milîtanên bi navê Mûhammed El Kassas û Mûhammed Davûd jî piştre hatine dîtin. Çavkaniyên Fîlîstînî piştrastkirin ku ev hemû fermandarên herêmî yên Hamasê ne.
Artêşa Îsraîlê beriya du hefteyan li herêmê tunelek 1,7 kîlometre dirêj derxistibû holê û îdîa kiribû ku tunele mijara gotinê bi armanca êrîşê tê bikaranîn.
Hamas a ku ji sala 2007'an û vir ve kontrola Gazzeyê dike, ev sûcdariyên rayedarên Îsraîlî yên der barê tunelê de red kiribû.
Di nava meha Tebaxa îsal de di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de yekser hevdîtinên aştiyê destpê kiribûn. Lê belê Hamasê ragihandibû ku ew hevdîtinan nas nake.