‘Deste me li ser newqa me ye’ li Parîsê ye

Pêşangeha ‘Destê me li ser newqa me’ ya Asli Filîz li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê bi resepsîyonekê dest pê kir.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de pêşangehek li dar xist. Pêşangeha ‘Destê me li ser newqa me’ ya Asli Filîz li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê bi resepsîyonekê dest pê kir.

Pêşangeh li ser êş û têkoşîna jinên Kurd e. Di destpêka pêşangehê de Asli Filîz diyar kir ku wê di xebata xwe de li ser dîroka Mezopotamyaê, dîroka Kurdan û mîtolojiya wê sekiniye û got “Em jinên Kurdistanê him li hemberî zexta civaka ku em tê de dijîn û him j3i li hemberî zexta dewletê li ber xwe didin. Min xwest ez bi êş û hezkirina me, bi rengan derxînim holê.”

Wê pêşangeha heta 10’ê Adarê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê be.

TJK-F di 6’ê Adarê de wê li heman cihî şahiyeke jinan li dar bixe û di 8’ê Adarê de jî dakeve qadan.