Civînên gel ên li Ewropayê: Em di 16’ê Mijdarê de li Kolnê werin ba hev!

Di cîvînên gel ên li Ewropayê de peyama ‘’Azadî ji Rêber Apo re’’ derket pêş. Ji bo çalakiya ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Gelê Kurd di civînên gel ên li Ewropayê de ku civîn ji aliyê  Meclîsa Gel a ULM’ê tên lidarxistin, peyama; ‘’Azadî ji Rêber Apo re’’ da.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî beşdarî civînê bû. Di civînan de hate îfadekirin ku tecrîda Îmraliyê li pêşiya aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn asteng e.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut beriya civînên ku wê di 16’ê Mijdarê de werin lidarxistin, da zanîn ku li seranserê Ewropayê ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê seferberiya gel hatiye destpêkirin. Zubeyde Zumrut anî ziman ku ev cîvîn ne tenê bi armanca protestokirinê tên lidarxistin, di heman demê de bi armanca hişyarkirina civaka Kurd a di mijara maf û azadiyên bingehîn de û bi armanca îfadekirina daxwazan tên lidarxistin.

Zubeyde Zumrut di berdewamiya axaftina xwe de got ku ger desthilatdariya AKP-MHP’ê di mijara pêşxistina çareseriyê de nîşan bide ku jidil e, divê beriya her tiştî bersiva daxwazên gelê Kurd bide û got: ‘’Azadiya Rêber Apo daxwaza gelê Kurd a sereke ye.’’

Kesên beşdarî civînên bûn jî anîn ziman ku peyama Rêber Apo kelecanek afirandiye.

‘DIVÊ LI HEMBERÎ TECRÎDÊ ÇALAKÎ WERIN MEZINKIRIN’

Di axaftinên civînan de hate destnîşankirin ku divê gel nerazîbûna xwe ya li hemberî tecrîdê xurttir nîşan bide.

Her wiha hate îfadekirin ku pêşniyarên Rêber Apo yên têkildarî çareseriyê gelekî girîng in û hate diyarkirin ku gel jî xwedî li van pêşniyaran derketiye û peyama; ‘’Heya Rêber Apo azad nebe, em ê vê têkoşînê bidomînin’’ hate dayîn.