Bi lîstika şanoyê ferman bi bîr anîn

Şanogerên Navenda Çand û Hunera Şengalê bi lîstikeke şanoyê fermana 73’an bi bîr anîn.

Komeke şanogerên Navenda Çand û Hunera Şengalê bi bo salvegera feramana 73’an li nehiya Sinûnê ya Şengalê lîstikeke şanoyê lîstin.

Lîstika ji aliyê 11 şanogeran ve hatî lîstin, li çerxeriya navenda Sînûnê hat pêşandan. Lîstika saet 18:00’î de destpê kirî, nêzî nîv saetî dewam kir. Bi destpêkirina şanoyê re trafik sekinî, hem xelkê di seyareyan de, hem jî dikandar û xelkê Sinûnê li dora lîstikvanan kom bûn û bi mereqeke zêde şano temaşe kirin.

Lîstika şanogeran a li ser dema hatina fermanê û vekişîna pêşmergeyan a ji Şengalê hatî çêkirin rastî eleqeyeke mezin hat. Girseya li dora şanogeran kom bûyî heta dawî bi kelecan lîstik temaşe kirin û bi xilasbûna lîstikê re bi çepikên xwe piştgiriya xwe ji şano û şanogeran re nîşan da.

Piştî lîstikê şanoger Sofyan Hecî diyar kir ku bi vê lîstika şano armanca wan ew e ku gel wê roja reş, wê karesata mezin ji bîr nekin, tevdîrên xwe bigirin ku careke dîtir bi feramaneke wiha re rû bi rû nemîne. Hecî got: “Me bi wesîleya salvegera şeşemîn lîstikeke şanoyê lidar xist. Gel bi dilgermî em pêşwazî kirin. Em spasiyên xwe dikin. Divê em vê karesatê û xiyaneta hatî kirin jibîr nekin.”