'Bi helbest û şano ez tehma azadiyê dikim'

Xwendekara Zanîngeha Kobanê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Nêviyan Mislim got "Bi rêya riya helbestên xwe ez hestên xwe tînim ziman. Bi şanoyê jî ez hesta azadiyê hîs dikim."

Nêviyan Mislim ku xwendekara Zanîngeha Kobanê ye ji ANF'ê re qala helbest û şanoyê kir. Nêviyan Mislim li ser rêwîtiya xwe ya helbestê got, "Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve, her wiha ji dema ku zimanê Kurdî li dibistanan hate dayin, min dest bi xwendin û nivîsandina helbestê kir. Ji wê demê ve min hewl da hestên xwe bînim ziman."

Nêviyan Mislim diyar kir ku bi rêya helbestê her wiha ew êşên xwe jî vedibêje û wiha dewam kir, "Helbestên min bi giranî li ser welat, şehadet û dûrbûnê bûn. Dema ku hewl didim metnekê binivîsînim, ez sûdê ji wê rewşa xwe ya hingî werdigirim."

Nêviyan Mislim got, "Bang li li her helbestvanî dikim ku bi rêya helbestên xwe bêhtir têbikoşe. Hîna jî gelek ji me re lazime ku em helbestên xwe bêhtir xweş bikin û xwedî li helbestên xwe derkevin. Gelek çîrok û helbestên min hene. Çîroka a li ser şerê Kobanê ku di Kovara Sîwan de hatiye parvekirin."

Nêviyan Mislim di dawiya axaftina xwe de helbestek xwend û got, "Du hevalên hev bûn. Di navbera wan de hevaltiyeke nayê pênasekirin hebû. Lê yek ji bo parastina welatê xwe canê xwe kir feda û şehîd bû, ji bo wê min helbestek diyarî wan kir."

Nêviyan Mislim ku cihê xwe di şano de jî digre di derbarê şanogeriya xwe de wiha axivî: "Tevî ku rêwîtiya min a şanogeriyê nû ye, di festîvala şehîd Yekta de min li ser asta sêyemîn xelat wergirt."

Nêviyan Mislim diyar kir ku dema ew li ser dikê ye, azadiyê hîs dike û got, "Ez wek xwuya dikim ez Nêviyanim, lê li ser dikê ez ne tenê Nêviyanim. Ez dibim her tişt, dikarim êşa gelê xwe li ser dikê bi awayekî din diyar bikim."