Bagera Haiydan xwe gihand Fîlîpîniyan
Bagera Haiydan xwe gihand Fîlîpîniyan
Bagera Haiydan xwe gihand Fîlîpîniyan
Bagera herî dijwar a dîrokê Haiydan xwe gihand Fîlîpîniyan. Ji ber bagerê heta niha kesekî jiyana xwe ji dest da û ziyana madî rû da.
Bagera herî bi bandor a sala 2013'an Haiydan xwe gihand peravên Fîlîpîniyan. Bagera ku rê li ber rabûna lehiyê vekir, gelek avahî da ber xwe. Ajansa Meteo ya Fîlîpîniyan da xuyakirin ku bayê bagera Haiydanê digihêje leza saet 315 kîlometre.
Haiydan destpêkê, saet di 04:40 ê ber destê sibehê li girava Gûîûan a 600 kîlometre li başûrê paytexta Manîlayê ye, xist. Tê gotin, li marîna ya 40 hezar keştiyên masîgiran lê ne, rewş gelekî xerab e.
Ji herêma ket bin bandora bagerê 125 hezar kes hatin veguhastin. Lê belê bi mîlyonan kes li malên xwe asê mane.
Li welêt dibistan hatin girtin, xizmeta rêyên hesinî û hewayî hat rawestandin, seferên vapûran hatin betalkirin û banga vegerê li masîgiran hat kirin.
Pispor radigihînin ku wargehek ev sed sal e, yekemcare dikeve bin bandora bahozeke tropîkal. Xizmetên ragihandinê yên bajêr di cih de qut bûn. ABS û CBN dîmên rê û avahiyên bi avê dagirtî yên bajarê Taclobanê diweşînin.
Beriya bager xwe bigihîne Fîlîpîniyan Serokdewlet Benîgno Aqûîno dabû xuyakirin ku dê bager bandorê li qadeke 600 kîlometreyî bike, rê li ber lehî û bahoza dijwar veke, lewma rêvberên herêmî hişyar kiribû ku tedbîran bigirin.
‘BAGERA HERÎ DIJWAR A DÎROKÊ’
Haiydan weke bagera herî dijwar a dîrokê tê bi navkirin. 12 mîlyon jê li Fîlîpîniyan dê bi giştî 16 mîlyon kes têkevin bin bandora bagerê. Tê payîn bager roja Yekşemê xwe bigihîne Vîetnam û Laosê.
Bager dê di ser girava Bohol a meha bihurî bi dijwariya 7.1'ê hejiya bû, derbas bibe.