BI DÎMEN

Şehîd Berjîn Canda hate bîranîn

Ji bo Berjîn Canda ku li ber lehiyê ket û şehîd bû, li Marsîlyayê şîn hate danîn.

ŞEHÎD BERJÎN CANDA

Ji bo Berjîn Canda ku li Xakurkê di 7'ê Nîsanê de li ber lehiyê ket û şehîd bû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê şîn hate danîn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Malbata Şehîd Berjîn Canda ya li Marsîlyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê serdanên sersaxiyê ji bo du rojan qebûl kir. Doh jî li salona konferansê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê têkildarî şehîd Berjîn Canda sînevîzyonek hate nîşandan.

Bi navê malbatê axaftin hate kirin. Xizmên malbatê diyar kirin ku wê li ser şopa şehîdan bimeşin û gotin, "Her darek li Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Tişta herî zehmet a têkildarî şehîdan ew e ku mirov hestên xwe bînin ser ziman. Em dilsoziya xwe ya bi wan re dubare dikin û sersaxiyê ji Rêber Apo û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.