Nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk hate dayîn: Divê helwest bê nîşandan

Rêxistina Sara êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şermezar kir û bang kir ku helwesteke zelal bê nîşandan.

ÊRÎŞA LI KOBANÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Duh di salvegera damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê de balafireke bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Ênbetê yê Kobanê erebeyek bombebaran kir. Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman ku di erbeyê de bûn, birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê Rêxistina Sara li Kobanê daxuyaniyek da. Endama Kongra Star Peyman Elûş daxuyanî li pêş Rêxistina Sara xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Duh rêvebera Rêxistina Sara û hevjînê wê bûne hedefa dewleta Tirk a faşîst û bi awayekî giran bîrîndar bûn. Tê zanîn ku heman roj salvegera 19`emîn a damezirandina KJK’ê bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Banga me ji bo tevahî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan û hemû partiyên me yên siyasî ye ku li hember van bûyerên derveyî pîvanên exlaqî û bi taybet li dijî jinan, bê bersiv nemînin û helwesta xwe diyar bikin.”

ŞEHBA

Rêxistina Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Sara li navçeya Ehdas a Şehbayê êrîş şermezar kir. Endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin û hat destnîşankirin ku divê her kes li dijî êrîşan berpirsyarî bigire.