Li Qamişloyê pêşengaha wêneyên Rêberê Gelê Kurd hat vekirin

Li Qamişloyê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Amarayê heta Îmraliyê bi pêşengeheke wêneyan hat vegotin.

Yekitiya Jinên Ciwan, bi dirûşma ’’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”, bi 18 wêneyan têkoşîna 50 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  nîşan da.

Pêşengeha ku bi dehan ciwan û gelek kes beşdar bûn li parka taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo hat vekirin.

18 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji Amarayê heya Girava Îmraliyê hatin pêşandan. Li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nivîsên Erebî têkoşîna 50 salan dihate vegotin.

Di şahiya pêşangehê de li ber stranên gelêrî govend hat gerandin.