Li Holê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hindurîn li navçeya Hol ya Hesekê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê girt û dest danîn li ser gelek çekên wan.

Navenda Ragihandina ya Hêzên Ewlekariya Hindurîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeya Holê şaneyeke DAÎŞ'ê yê ji 4 kesan pêk dihat, girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên ewlehî û lêgerînê de ku hêzên me li ser tevgerên şaneyên veşartî  yên ku hewl didin sûdê ji rewşa li girtîgehê Sînaa ya Hesekê werbigirin û ji bo derbekirina ewlehiya herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şeva Duşemê 24'ê Çileyê, 4 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê li Holê girtin û hin çek û cebilxaneyên ku bi wan re bûn desteser kirin.

Çek û alavên ku hatine desteserkirin ev in:

3 çekên Kalaşnîkov, 2 çifteyên nêçîrê, 1 berno, 186 guleyên berno, 5 şarjor, 2 xencer, 3 telefonên destan.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku heger tevger yan jî alavekî bi guman dîtin agahî bidin nêzîktirîn nuqteyên hêzên me."