Li Eyn Îsayê 10 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku hemwext bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê, di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa de 10 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hêzên me êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di 20’ê Çileyê de li dijî girtîgeha Hesekê pêk anîne, têk birin. Hemwextî êrîşan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîşên bejahî û hewayî li dijî hêzên me û malên sivîlan li Eyn Îsayê pêk anîn.

Di 22’yê Çileyê de, dagirkeriya Tirk bi topan û bêserûber gundên Hoşan, Xalidiyê, Muelek, Mişêrfê, Cehbel, Hîşê, Salihiyê, Qadiriyê, Fatsê û Erîşa ku tê de sivîl hene hedef girtin û di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 11 birîndar bûn.

Di 23 Çileyê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl da bi bejahî êrîşî gundê Bîr Îsa bikin, lê bi baldariya hêzên ew êrîş têk bir, di encamê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de derket. Bi wê re 10 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, du wesayîtên leşkerî û 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin.“