BI DÎMEN

Li Bremenê gel xwedî NCDK'ê derket

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li hemberî serdegirtina polîsên Elman a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gel çalakiya şermezarkirinê lidar xist.

SERDEGIRTINA POLÎSAN LI NCDK A BREMENÊ

Polîsên Elman doh danê nîvro avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bremenê (Birati e.V) û serdegirtinê heta nîvê şevê dewam kir.

Kurdistaniyên li bajêr li ber NCDK'ê ya dorpêçkirî li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.

Girseya gel dirûşmên 'Zext nikarin bi me', 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriya û polîsên Elman şermezar kir.