BI DÎMEN

'Jin û ekolojî nirxên jiyanê ne'

Hevseroka Desteya Ekolojîk ya Kantona Firatê Almaz Rûmî, dest nîşan kir ku jin, xweza û ekolojî parçeyek zindî ji xwe dibîne.

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo pêk anî û ev konferans du rojan dewam kir.

Di destpêka mirovahiyê de jin bi her awayî jînde warên jiyanê bû û ev ber bi çav bû. Mêr xwe weke zordestê xweza û jinê didît, talan û bindestkirina jin û xweza li ser xwe ferz didît, lê ne sîstemên kapîtalîst ne jî mêrê serdest, ekolojî û jinê ji hev vediqetîne. Talankirina xwezayê talankirina jinê ye, talankirina jinê talankirina xwezayê ye. Her wiha ji stûnên bingihîn ên paradîgmayê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Jin û Ekolojî ye, di heman mijarê de Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Rûmî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

'EKOLOJÎ JIYANÊ BI WATE DIKE'

Hevseroka Desteya Ekolojîk ya Kantona Firatê Almaz Rûmî, destnîşan kir ku konferansa Ekolojî ji bo pêşxistina hişmendiya parastinê girîng e û wiha pê de çû, “Konferansa yekemîn a ekolojî ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo di 26-27‘ê Nîsanê de pêk hat. Armanca vê konferansê ekoloji fêmkirin û girîngiya wê ya ji bo civakê danîna holê bû. Ji ber ku ekolojî jiyana mrov bi wate dike. Di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de ekolojî bingehek mezin ji bingihên jiyanê ne. Rêber Apo tim li ser ekolojî nirxandin dikir, di heman demê de yek ji stûnên bingihîn yên paradîgmayê Rêber Apo Ekolojî û jin e. Ji ber wê em weke jin, gel, tevger û weke civakeka demokratîk çawa dikarin xwedî li ekolojiye derkevin û biparêzin nîqaş dikin. Di konferansa me ya ekolojî de, gelek têkilî û nêrînên ji derveyî welat, kesên ku parastina ekolojî dikin bi rêya onlînê re tevlî konferansê bûn. Wan jî li ser cerbandinên ku bi ekolojî re derbas kirine û bandorên li ser ekolojî, çawaniya parstina wê û xwedî derketina wê bi me re parve kirin. Dema ku bandorî li ser ekolojî tê kirin, jin û civak hemû jî bandor dibin ji ber wê civak, jin û ekolojî yekin û tu car ji hev qut nabin.”

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER BANDOR LI EKOLOJÎ KIR 

Rûmî, der barê texrîbatên ekolojiyê yên ji ber dewleta Tirk a dagirker hatine pêk anîn de ev tişt gotin, ”Gelek astengî di ekolojiyê de li cîhanê hatine destpê kirin, di milê avê, çandinî, şewat û birîna daran de, ev jî satek pir xetere ku bandorê li ekolojî dike. Me jî di vê konferansê de cerbandinên xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê ekolojî de bi kesên pêşdar re parve kirin. Bi taybet êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşî ekolojiya civakê hedef digire. Ji ber ku civaka Kurd bi felsefeya Rêber Apo xwe pêş xistine û civakek girêdayî xwezayê ne. Ne tenê gelê Kurd bi vê yekê radibin, hemû neteweyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û di bin siya Rêveberiya Xweser a demokratîk de xebat dimeşînin, bi hev re ekoloji diparêzin û xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derdikevin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku ekolojî û xwezaya civakê bin bi pê bike, ji bo ku vîna gelê Kurd di wir de were şikandin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, hemû darên zeytûna ku îrade, kevneşopî û mîraseyên gelê Efrînê bûn, birîn. Ekolojî tu car şerê mirovan nake, lê belê mirov şerê ekolojiyê dike, bi taybet hêzên dagirker ên weke dewleta Tirk. Gelê me jî bi îradeya xwe û çalakiyên xwe bersivek bi hêz da dijmin.”  

‘JIN EKOLOJÎ PARÇEYEK JI XWE DIBÊNE’  

Almaz Rûmî, di dawiyê de anî ziman ku ya herî zêde jin nêzî xwezayê ne û wiha got,”Wek jin em çawa dikarin xwedî li Ekolojiyê derkevin û wê biparêzin. Kesa yekemîn a ku bi ekolojî û xwezayê ve girêdayî ye jine, jin û xweza pir bi hev girêdayî ne. Ji civaka xwezayî û heya roja me ya îro jî em dibînin ku jin çawa xwedî li xwezayê derdikeve. A ku xweza parçeyek ji xwe didît, parastina wê dikir û çandinî derxist holê jin bû. Ji hemû aliyan ve jî jin rola herî sereke di ekolojiyê de dilîze. Ji ber ku Rêber Apo projeya jin pêşkêş me kir,  ku çawa jin azad û bi serwer bibe. Ji ber wê divê bi taybet em jin li ekolojiyê xwedî derkevin. Her wiha di vê konfiransê de gelek jinên ji dever û neteweyên cuda bi nêrînên xwe yên cuda li ser ekolojiyê tevlî bûn. Rastî jî armanca me wek jin ji bo tevlîbûna me di vê konfirasê de ew e ku em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin.”