Ji bo du şehîdan konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo şehîd Garzan Tolhildan û Mizgîn Dilbirîn konê sersaxiyê hate vedan. Di axaftinên çalakiyê de derbên giran ên gerîla li dewleta Tirk hate silavkirin.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Garzan Tohildan (Garzan Şêx) yê ku 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bûbû û gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dilbirîn (Fatma Îbrahîm) ku 1’ê Cotmeha 2021`an li Avaşînê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin. 

Xelkê kantona Firatê bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" herikîn bin kon ku li gundê Girdê yê Kobanê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Gerîla bi salan li ber xwe didin û tê dikoşin. Gerîla toxim e, dendikê şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn bi giştî ye. Dewletên ku dixwazin gerîla tune bikin, bila baş bizanin ku gerîla tu carî tune nabin."

Eyşe Efendî bexwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi bîr xist û wiha domand: "Me ji tevahî dinyayê re îsbat kir ji şerê Kobanê heta niha em di nava şer de ne û têkoşînê dikin. Hêviyên me hene ku gerîla dê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ew ê rêya şehîdan bişopînin. Nûh li ser derbeyên ku artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê dixwe û got: "Dewleta Tirk a dagirker wekî gurekî devbixwîn di çiyayên azad de asê maye. Gerîlayên xwe li gorî fikir û feslsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine, tu carî têk naçin. Dewleta Tirk têknolojiyên herî pêşketî û çekên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne, lê her tim gerîla bi têkoşîna xwe planên wê yên qirêj têk birin."

Piştre wesîqeyên şehîd Tolhildan û şehîd Mizgîn hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku bavê şehîd Garzan Tolhildan Mihemed Şêx şervanekî YPG’ê bû û 7`ê Tîrmeha 2015`an di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû.