Di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî şehîd bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî şehîd bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşa vê sibê ya li Reqayê daxuyaniyek da.

Hêzê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Saet di 12:30’an de li dijî nivîsgeha rêveberî ya Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ya li taxa Diriye ya rojavayê Reqayê êrîşeke terorîst ji aliyê komeke terorîst ve çêbû. Di encamê de 2 nobedarên nivîsgehê şehîd bûn."

QSD’ê diyar kir ku di xebatên lêgerînê de “terorîstek” birîndar bûye û hatiye binçavkirin û “terorîstên din” reviyane lê belê xebatên lêgerînê berdewam in.

QSD’ê aşkera kir ku li gorî delîl û lêpirsînên destpêkê, şaneyên DAÎŞ’ê li pişt êrîşê ne.