Cenazeyê şehîd Qadîr Rojava hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Qadir Rojava (Raqî Mulhim El Mûsa) li kantona Reqayê hat veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZE

Bi sedan xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, PYDˊê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Qadir Rojava (Raqî Mulhim El Mûsa) li goristana bajarokê Hikumiye ya li bakurê kantonê kom bûn. Şehîd Qadir Rojava di qezayekê de li kantona Reqayê şehîd bibû.

Di merasîmê de yek ji fermandarê QSDˊê ya kantona Reqa Qehreman Xebat axivî û fedakariyên lehengan li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Dûre apê şehîd, Wehîd El Ebdullah axivî û got: "Da ku ev welat bi azadî û rûmet bijî em kezebên xwe didin. Em ê heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û di nava tilîliyên dayikan de şehîd hat veşartin.