TŞYG: Li Trabzonê 3 tîmên taybet hatin kuştin

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku di encama çalakiya hêzên wan a li navçeya Maçka ya Trabzonê de 3 polîsên tîmên taybet hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya fermandariyê ya li ser mijarê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 26'ê Tebaxê, li geliyê Altindere yê herêma Keşîşxaneya Sumela ya li navçeya Maçka ya Trabzonê, hêzên me xwe berdan nava komek ji polîsên tîmên taybet ên kemîn danî bûn. Di encama çalakiyê de 3 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û gelek polîs birîndar bûn.

Ev Çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna gerîlayên di dema dawî de şehîd bûn, hatiye lidarxistin."