TŞYG: Em bi ruhê Gezî berxwedanê mezin bikin

TŞYG'ê diyar kir, Berxwedana Gezî siyasîbûneke girîng afirandiye, rejîma AKP'ê tengav kiriye û rê li ber demeke nû vekiriye. TŞYG got, "Li hemberî êrîşkariya faşîst em ji nava parastinê derkevin û dest bi êrîşê bikin."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 3. salvegera Berxwedana Gezî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TŞYG'ê di destpêka daxuyaniya xwe de kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û yên xazî bûne jî bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, di berxwedana bi şerê vînê yê 1'ê Gulanê li Taksîmê destpê kir re, bi mîlyonan kes li dijî zilma hikûmeta AKP'ê û dewleta faşîst daketin kolanan û hat gotin, "Bi şêweyê milîtanî yê tevgera girseyî, kolan û qadên li kedkaran hatin qedexekirin 20 rojan hatin azadkirin. Ev 20 roj ên têra 20 salan dikin, berxwedaneke gel a yekbûyî bû; pêngava avakirina otorîteya şoreşger û afirandina qadên azad bû."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedana Gezî di nava girseyên karker û kedkaran, çîna navîn, civaka Elewî, jin û ciwanan de rê li ber siyasîbûneke mezin vekir û hat gotin, "Girseyên gelê Tirk jî bi gotina wan; bi terora dewletê, komkujî û derewên medyayê yên bi dehan salan li hemberî gelê me yê Kurd hatin kirin, hesiyan."

Tevgera Şoreşger da zanîn, Berxwedana Gezî di siyaseta Tirkiyeyê de rê li ber demeke nû vekir û diya rkir, hêrsa kombûyî ya gel herikî qenalên berxwedanê yên mûxalefeta kolanan. TŞYG da xuyakirin, ku ji ber ku ev serhildaneke jin û ciwanan bû, hîn xurtir bû û AKP û rejîm gelekî tengav kir, li Erdogan wer kir ku wextekê bifikire venegere welêt.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin desthilatdariya AKP'ê ya faşîst û rejîm hewl didin bi terorê û komkujiyan xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û mînakên darbeya qesrê, komkujiyên tên kirin, girtin, binçavkirin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hatin nîşandan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên nû û topyekûn ên faşîzmê ancax bi berxwedan û serhildaneke hevpar a dişibe Berxwedana Gezî bê şikandin. Roj li dijî tifaqa AKP-MHP-Artêşê roja hûnandina berxwedaneke berfireh a li dijî vê koalîsyona faşîst e. Ew roj e ku bi ti awayî xwe ji çeperan vengerin û heta dawiyê li ber xwe bidin."

'JI BO SERKETINÊ DERFET GELEK IN; EM JI PARASTINÊN DERBASÎ ÊRÎŞÊ BIBIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ruhê îsyan û berxwedanê yê Gezî îro li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Şirnex, di serhildana xweseriya demokratîk/xwerêveberiya gelê Kurd de dewa m dike û hat gotin: "Banga 'her der Gezî ye, her der berxwedan e' niha bi berxwedana 'her der Cizîr-Sûr e her der berxwedan e' û TŞYG'ê watedar dibe."

TŞYG da xuyakirin, ku pêvajo giran e, rîsk zêde ne, lê belê rejîma faşîst bi qasî niha ti carî ewçned qels nebûbû. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo serketinê derfet gelek in. Lewma divê em şerê şoreşgerî yê hevpar mezin bikin. Li hemberî êrîşkariya faşîst, em ji rewşa parastinê derkevin û derbasî êrîşê bibin."

Di daxuyaniyê de banga herikîna li kolanan, mezinkirina berxwedan û serhildanê hat kirin.