Sevda Karaca: Hem li meclîsê hem jî li kolanan em ê vî dengî bilind bikin

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 96’an de berdewam dike. Parlamentera EMP’ê Sevda Karaca serdana çalakiya Emîne Şenyaşar kir û got: “Hem li meclîsê hem jî li kolanan em ê vî dengî bilind bikin.”

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 96’emîn de berdewam kir. Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê  Sevda Karaca û parêzerên endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Sevda Karaca di serdanê de axivî û da zanîn ku ew ligel Emîne Şenyaşarê ne û wê her tim ligel bin û got: “Em parçeyek vê nobetê ne. Em ê vî dengî li her derê li meclîsê li kolanan bilind bikin.  Yên edeletê naynin cih, yên bêdeng dimînin yên bi doz û lêpirsînan didin destpêkirin îmzeyê davêjin dijhiqûqiyên din. Di destê me de ye. Divê em destur nedin vê. Em ê li meclîsê hem jî li kolanan vî dengî bilind bikin.”

Pişt re Emîne Emîne Şenyaşarû kurê xwe Ferît Şenyaşar derbasî meclîsê bûn.