Bi rojan e agahî ji Elî Welî nayê wergirtin

Ji penaber Elî Welî yê ku piştî ji Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hat berdan û dîmenên êşkenceya wî ji malbata wî re hatin şandin, bi rojan e tu agahî jê nayê wergirtin.

AGAHÎ JI PENABER NAYÊ WERGIRTIN

Ji penaber Elî Welî (19) ê ku di 13'ê Adarê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Erzînganê derket agahî jê nehat girtin û piştî demekê dîmenên kêliyên ku êşkence lê dikrin ji malbata wî re hatin şandin. Welî bi hinceta ku dê ji bo dersînorkirinê bibin Navenda Dersînorkirinê (GGM) radestî cendirmeyan hat kirin. Lê nayê zanîn ka teslîmî GGM’ê hatiye kirin yan na. Dema agahî ji Welî nedihat  dîmenên ku êşkence lê dikirin ji malbata wî ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, hatibû şandin.

Kesên nasnameya wan nediyar dîmen ji malbatê re şandin û xwestin ku bavê Welî radestî wan bibe. Hat diyarkirin ku eger bav teslîm nebe wê Elî Welî bikujin.

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrdînê der barê bûyerê de serlêdana sûc kirin. Nehat zanîn ku der barê serlêdanê de tedbîr hatin girtin an na.