ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê

Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Wekîla HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Koçyîgît diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi konsepteke navnetewî ye û sersariya CPT’yê ji ber vê ye.

-Çeteyên ku hewl didan çek û cebilxaneyan bibin Kampa Holê ji hêla Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatin girtin, çete li xwe mikur hatin ku çek û cebilxane ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk de anîne.

-Lokman Bakir, muxtarê berê yê taxa Savaşê ku yek ji wan şeş taxên Sûrê bû ku dewleta Tirk ew kavil kirî, got ew pê razî ye ku li Sûrê kon vede û li wir bijî.

-Burokratên AKP'ê ku welat kirine dewleta mafya jî êrîşê tînin ser kedkaran û gel. Midûrê Karên Tenduristiyê yê Miduriyeta Tenduristiyê Fatîh Taman bi demanceya ku xistiye ber xwe gefê li kedkarên tenduristiyê dixwe.