ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên Newroza 2024'an wê bêne şopandin.

- Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn got, "Me amadekariyên xwe hemû temam kirine. Em ê Newroza Amedê bi coş pîroz bikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin."

- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê bê şopandin.

- Qeyûmên ku li Colemêrgê û navçeyên wê dest danîne ser şaredariyan, bi salan gelek saziyên jin, ciwan û çandê girtin û hemû derfetên şaerdariyê pêşkêşî AKP'iyan, leşker û polîsan kirin.

- Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz anî ziman ku li navenda Şirnexê û hemû navçeyan divê ew teqez bi ser bikevin û got, "Eger em peyama 'hûn nikarin me tên bibin' bidin, hingî rojên em li bendê ne nêz in."

- Mihemed Mehmûd ê 66 salî anî ziman ku Newroz li Dêrikê mîna pîknîkê dihate pîrozkirin û got, "Bi PKK'ê re me wateya Newrozê ya di dîrokê de fêhm kir. Ji pîknîkê veguherî berxwedanê."

- Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind anî ziman ku partiya Hîzbûlkontra Huda Par projeyeke ku dewletê li dijî têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd amade kiriye.