Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan hate binçavkirin
Hat diyarkirin ku Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li navçeya Midyad a Mêrdînê hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li navçeya Midyad a Mêrdînê hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku li Midyad a Mêrdînê, polîsan wesayîta Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan rawestandiye û binçav kiriye. Hat diyarkirin ku Aslan ê ku ev demeke Aslan li Kolana Sînemayê ya Estelê tê rawestandin , bi îdiaya li Êlihê beşdarî meşa protestokirina qeyûman bûye tê ragirtin. Aslan ê ku ji bo kontrolkirina denduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û şûnde birine Edliyeya Midyadê.
Hat destnîşankirin ku bi hinceta Aslan beşdarî 2 dozên ku di derbarê wî de hatine vekirin nebûye 5. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Êlihê biryara girtinê daye.