NÛ BÛ

Ok: Çare nîne, AKP çawa bilind bûye wê wisa li erdê bikeve

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze li dijî gelê Kurd şer hîn mezintir bike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye û got: “AKP û Erdogan êdî nikarin nefes bistînin.”

NIRXANDINÊN SABRÎ OK

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ji Stêrk TV’ê re axivî û têkildarî rojevê nirxandin kirin.

Sabrî Ok diyar kir ku şerê di navbera dewleta Tirk û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de dewam dike û destnîşan kir ku Erdogan wê di pêvajoya pêş de şer hîn mezintir bike. Ok bal kişand ku gerîla jî di her warê de amade ye, diyar kir ku divê gelê Kurd jî nekeve xemsariyê û got: “Kî hîn baştir têbikoşe, ew ê bi ser bikeve.”

Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bi vî rengî ne:

3 sal in bi ti rengî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tecrîda giran a ne li gorî ti exlaq, hiqûq, mirovahî û hetta ne li gorî hiqûqa dijmin jî ye dewam dike. Lê li aliyê din fikir û ramanên Rêber Apo ji aliyê nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û aktîvîstan ve tên nîqaşkirin. Li gelek welatên cîhanê gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Destpêkê ez Cejna Remezanê ya hemû gelê Kurd û alema Îslamê pîroz dikim. Rewşa Rêber Apo bê guman her tim di rojeva tevgera me, gelê me û dostên gelê Kurd de ye. Zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Tenê ev rewş jî sedemek e ku gelê me, tevgera me û dostên Kurd bi hemû hêza xwe rabin ser piyan. Lewma divê her kes rabe ser piyan û êşkenceya li Îmraliyê bişikîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Kesê ku Rêber Apo nas kirî, ne pêkane ku jê bandor nebibe. Lewma li 4 aliyên cîhanê di serî de jin û ciwan, bi milyonan kes siberoja xwe û mirovahiyê di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin. Heta roja îro ti kesê Kurd nas nedikirin, lê îro bi milyonan kes ji bo Rêber Apo, ji bo azadiya wî ya fîzîkî di nava çalakiyan de ne. Bandoreke Rêber Apo ya bi vî rengî heye.

Eger paradîgma û parêznameyên Rêber Apo hîn zêdetir bên belavkirin, hîn zêdetir bên xwendin hingê mirovahî wê hîn zêdetir xwedî li Rêbertî derbikeve. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk naxwaze Rêber Apo nefes jî bistîne. Lewma li Îmraliyê zexteke wiha heye. Tevî van şert û mercên zehmet ên li Îmraliyê jî, berxwedaneke pir mezin tê raberkirin. Ji bo ku nêzîkatiya dewleta Tirk a ji pirsgirêka Kurd re bê fêmkirin, divê mirov lê binêre ka li Îmraliyê çi diqewime. Ew jî bi vê zanebûnê nêzî Rêber Apo dibin. Dibêjin em ê di feraseta dagirkeriyê, qirkirina Kurd û dagirkeriyê de israr bikin û vî şerê qirêj bimeşînin. Zihniyeta wan ev e. Lewma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cîhanê têkoşînek tê meşandin. Ji vir û şûn de jî ev têkoşîn wê hîn bi plan û rêxistintir dewam bike.

Pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareserî’ derbasî qonaxa duyemîn bû. Hûn qonaxa ku pêngav gihiştiyê, çawa dibînin? Hûn çalakiyên ku ji bo pêngavê hatine kirin, çawa dinirxînin?

Sala borî di 10’ê Cotmehê de ev pêngav destpê kir. Bi mijareke pir bi rûmet û girîng ev pêngav hate destpêkirin. Hem li Kurdistanê, hem jî li cîhanê her roja ku derbas dibe pêngav mezintir dibe, pêş dikeve. Helbet pêngavekî pir girîng e, lê weke min anî ziman ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi were gotin, çi were kirin wê kêm bimîne û têrê neke. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, wê ev wiha be. Ev pêngav hîn jî bi îstikrar, bi plan û bi biryar dewam dike. Bawerim piştî çend rojan li Strasboûrgê bi hezaran welatparêzên gelê Kurd û dostên wan wê li ber CPT çalakiya rûniştinê lidar bixin. Dîsa di pêvajoya pêş me de wê li gelek bajarên Ewropayê konferans, konser û di platformên cuda de civîn bên lidarxistin. Kesên ku li gelek deverên cîhanê tên naskirin jî wê di vî warî de bikevin nav hewldanan. Ev bingehê pêngavê hate afirandin, ez bawer dikim wê hîn zêdetir jî pêş bikeve. Gelê Kurd jî têkildarî ka 24 saetan li Îmraliyê çi diqewime, berpirsyariyên me yên li hemberî Rêber Apo çi ne divê bikeve nava lêhêrbûnê û li gorî vê yekê çalakiyan bike.

Li Bakur, Tirkiyeyê civak rabû ser piyan û gelek çalakî jî hatin kirin. Lê ez dîsa dibêjim; hîna jî ne bes e. Bi rêxistinkirî be, nebe, bi partiyî be, nebe, hemû Kurd divê bifikirin ku em dikarin ji bo Rêber Apo çi bikin û çalakiyan lidar bixin. Bila bizanin ku; siberoja me di vir de ye û dijmin dixwaze bi Rêbertî re siberoja me jî tune bike. Lewma divê gelê me hîn zêdetir çalakiyan bike, di warê siyasî, hiqûqî û gelek qadan de têkoşîneke berfireh bimeşîne. Weke ku tê zanîn dema mijar dibe Rêber Apo û Kurd, deriyên sîstema modernîteya kapîtalîst û hiqûqa wê ji me re tên girtin. Ji xwe wan Komploya Navneteweyî pêş xistin. Ma eger ne wisa ba CPT wê bêdeng maba, wê bikarîba bêhiqûqiyên dewleta Tirk bigire? Eger li devereke cuda ya cîhanê rewşeke wiha qewimîba wê nêzîkatî û hiqûqa wan cuda ba. Ev rewş divê me hîn bi hêrstir bike. Divê bibe sedem ku têkoşîna me hîn zêdetir mezin bibe. Mîna ku we jî diyar kirî, êşkenceya ku dewleta Tirk li Îmraliyê li dijî Rêber Apo pêk tîne di hiqûqa dijmin de jî cih nagire. Dewleta Tirk û AKP komploger in. Partiya şerê taybet a herî mezin a Tirkiyeyê, AKP e. Gelek kes şaş man ku ev pêngav çawa bi vî rengî belavî hemû cîhanê bû, gelê Kurd û dostên wan jî moral û hêz wergirtin. Di pêvajoya pêş me de, ev pêngav wê hîn berfirehtir, hîn birêxistintir bê meşandin.

Şerê di navbera dewleta Tirk û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de dewam dike. Dewleta Tirk li her qadê êrîşên li dijî gelê Kurd didomîne. Di dawiya sala 2023’yan û destpêka sala 2024’an de gerîla operasyonên şoreşgerî yên serketî lidar xistin. Li gorî tiştên di rojên dawî de tên gotin; dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hîn mezintir plan dike. Şer niha di kîjan astê de ye û wê êrîşên çawa çêbin?

Mijareke girîng e, HPG têkildarî vê yekê rojane raya giştî û gelê Kurd agahdar dike. Di nava 7-8 mehên dawî de gerîla bi înîsiyatîfeke mezin û xurt bi rengekî fedayiyane li dijî dewleta Tirk operasyonên şoreşgerî kir û encamên pir girîng bi dest xist. Teknîk û hêza wan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şikandin. Neçar man ku ji gelek nuqteyan xwe vekişînin, di gelek nuqteyan de jî hatine tasfiyekirin. Lê dewleta Tirk şerekî berfireh datîne pêşiya me. Di vê yekê de jî bi israr e. Dibêjin em ê şer, înkarkirina gelê Kurd û zilm û êşkenceya li Îmraliyê bidomînin. Zihniyet AKP û dewleta Tirk ev e. Em nizanin ka wê heta kuderê biçin lê em vê dizanin ku li pêşiya me şerekî hîn dijwartir heye. Dewleta Tirk di her warî de amadekariya vê yekê dike. Gerîla jî her tim amade ye. pêvajoyeke pir dijwar û tund wê biqewime. Heta niha li hemberî gerîla encam wernegirtin, ewladên gelê Kurd bi rengekî fedayiyane û bi lehengî li ber xwe didin. Êrîşên artêşa Tirk şikandin, lê şer dewam dike.

Encamên ku li dijî dijmin bi serketî jî bin, divê gelê me vê bifikire; gerîla di kîjan şert û mercên zehmet de şer dike, li ber xwe dide û encam werdigire. Lewma divê em jî rehet nebin, divê em bêjin em neçarin wezîfeyên xwe bi cih bînin. Ji xeynî qadên siyasî, hiqûqî divê bi serhildanan jî gerîla silav bikin û bê navber di nava çalakiyan de bin. Êdî em di pêvajoyeke welê de ne ku wê îradeya dewleta Tirk bişikê. Lewma hîn zêdetir êrîş dikin. Ji ber ku eger îradeya wan bişikê wê sîstem û zihniyeta wan a 100 salî têk biçe. Ji bo ku tişteke wiha jî çênebe wê heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe bidin û hemû derfetên xwe yên ekonomîk û siyasî seferber bikin. Ji ber vê yekê şer wê hîn mezintir bibe, encamên wê jî dê pir girîng bin. Êdî wê rewşeke mîna berê nebe. Siberoja Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd di sala 2024’an de veşartî ye. Kî xwe hîn baştir amade bike, hîn baştir xwe rêxistin bike, hîn bi biryartir be, bi kelecan û moral be, di aliyê taktîk û teknîk de hîn baştir têbikoşe, ew ê bi ser bikeve. Tevgera me û gerîla xwedî van taybetmendiyan e. Bi motîve bûne, bi moral û bi biryar bûne û ev yek bû sedem ku hem di warê taktîk hem jî di warê teknîk de di vê asta şer de înîsiyatîf bigire. Di çapemeniyê de jî derket, heval Cemal mizgînî da, gerîla di dîroka têkoşîna xwe ya 40 salan de cara destpêkê sîstemeke fuze ji bo bêbandorkirina balafirên bêmirov û biçek bi dest xist. Şaş man.

Dewleta Tirk dixwest van ÎHA û SÎHA’yan bifiroşe, dixwest bazareke mezin biafirîne lê cîhan ne ehmeq e. Dişopîne, dibîne ku gerîla heta niha 10-15 ÎHA, SÎHA xistine. Psîkolojiya wan têk çû. Di lêgerînê de ne ku wê çawa bikarin vî şerê bidomînin. Helbet divê em jî xemsar nebin. Xemsarî tiştekî xerab e. Divê em ji xwe bawer bikin. Divê em pir bi wate bibînin ku înîsiyatîf di destê me de ye, lê divê em bizanin ku dewleta Tirk û AKP wê li ber xwe bide, hemû derfetên xwe bi kar bîne û bi rengekî hîn hovtir êrîş bike. Lewma em ji pêvajoyeke hîn girantir re amade ne. Mîna min gotî înîsiyatîf di destê gerîla de ye, xwedî tecrubeya şer a 40 salane. Paradîgmaya Rêber Apo heye, çiyayên Kurdistanê, gelê Kurd û dostên wê hene. Zêdeyî 40 sal in gelê Kurd û tevgera me ji bo doza me ya bi maf her tim li ser piyan ma, PKK ji sifirê destpê kir û hat vê astê. Dewleta Tirk û AKP çiqas li ber xwe bide, bila li ber xwe bide ev pêvajo wê bi serketina gerîla bi encam bibe. Bê guman ev wê bi hêsanî nebe, her roj berdêl tê dayîn. Gerîla wê bi vê ruh, rêxistin, îdîa û biryardariyê bi ser bikeve.

Li Bakur û Tirkiyeyê nîqaşên li ser encamên hilbijartina 31’ê Adarê dewam dikin. Di van hilbijartinan de gelê Kurd peyameke çawa da?

Hilbijartineke pir girîng bi dawî bû. Gelê Kurd encameke serketî bi dest xist, bi hêzên demokratîk re encamên serketî hatin bidestxistin. Em nikarin vê rewşê ji hevdû cuda binirxînin. Dema em dibêjin hêzên demokratîk di nav de gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd heye, dema em dibêjin gelê Kurd jî hêzên demokratîk di nav de hene. Bi hev re peyamên girîng dan. Ev peyam çi bûn? Yek; dewleta Tirk a dagirker û AKP bi hemû derfetên xwe çiqas zilmê bike jî, çiqas dîktator jî be dawiya desthilatdariyê hatiye. Ji vir û şûnde encex dikare li ber xwe bide. Êdî wê mîna berê nekare dîktatoriya xwe bidomîne. Ev peyam bi eşkere hat dayîn. Du; zext, komkujî û êrîşên wê çi dibin bila bibin, gelê Kurd û hêzên demokratîk ti carî wê serî li ber wan netewînin, her tim wê li ser piyan bin û têkoşîna xwe bimeşînin. Ev peyam jî hat dayîn.

Bi taybetî li şaredariyên ku gelê Kurd lê qezenc kirî, berê qeyûm hatibû lê hatibûn tayînkirin. Gelê Kurd jî got hûn qeyûm jî tayîn bikin, zext jî bikin hûn ê nekarin encam werbigirin, em xwedî îrade ne, hûn ê têk biçin û bi vî rengî qeyûm têk birin. Gelê Kurd got, vê carê hûn ê mîna berê bi rehetî nekarin qeyûm tayîn bikin, hûn tayîn bikin jî em ê li ber xwe bidin, em ê rabin ser piyan û wan têk bibin. Bi taybetî jî di pratîka Wanê de ev rewş derket holê. Dewleta Tirk xwest li Wanê ceribandinê bike. Eger plana wan pêk hatiba wê piştre dîsa hêdê hêdî qeyûm tayînî her derê kiriban. Lê ew serhildan pir girîng bû. Ya herî girîng jî têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re pêşî li qeyûman girt. Lê divê em vê jî bibêjin ku; dewleta Tirk dewleteke dagirker e, gelê me, hêzên demokratîk her tim divê li dijî van amade be. Eger car din bixwazin qeyûm tayîn bikin wê pêdivî bi serhildaneke hîn tund û radîkaltir bike. Di vî warî de divê em nekevin xemsariyê.

Di vê pêvajoyê de her kes qala CHP’ê dike. CHP bi tena serê xwe ev serketin bi dest nexist. Yên ku Kurdan apolîtîk dibînin hene, lê yek ji civakên herî polîtîk û bi zane Kurd in. Stratejiyeke wisa meşandin ku; gelek ji wan şaş man. Stratejîk fikirîn, stratejîk nêzî hilbijartinê bûn û AKP jî têk birin. Piraniya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî nêzîkatiyeke wiha raber kirin. CHP jî ji bo têkçûna AKP’ê ji vê nêzîkatiyê sûd wergirt û bi ser ket. Zêdeyî 40 sal in cara ewilî CHP bû partiya yekemîn. Niha berpirsyarî û barek li ser CHP’ê heye. CHP wê çi bike, wê mîna berê be, yan jî wê peyama gelê Kurd û hêzên demokrasiyê fêm bike û li gorî wê xwe nû bike? Li gorî min gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê di vî warî de zextê li CHP’ê bikin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê pirsa ‘bernameya we çiye, gelo demokratîkbûna Tirkiyeyê di bernameya we de heye’ ji CHP’ê bikin. Wê bêjin ku em dixwazin bizanin û fêm bikin.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê bixwazin bizanin ka ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê di bernameya CHP’ê de çi heye. Girêdayî vê yekê nêzîkatiya CHP’ê ya ji pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd re çiye? Heta roja îro veşartî bû, bi tirs nêz dibû. Lê niha gelo CHP têkildarî meseleya Kurd çi difikire divê polîtakaya xwe bi rengekî eşkere bi raya giştî re parve bike. Eger têkildarî vê yekê rast, dirûst û cidî be, bi erênî nêz bibe bê guman wê bikeve pêvajoyeke girîng û nû. Lê eger xwe dubare bike, dîsa xwe veşêre, li qadan û kolanan muxalefeteke radîkal û demokratîk pêş nexe wê ji bo CHP’ê mixabin be. Di mijara Wanê de û têkildarî nêzîkatiya AKP’ê ya ji hilbijartinan re jî; hat dîtin ku tabanê CHP’ê ji demokrasiyê re vekiriye. Yanî li dijî hovîtiyê, li dijî desthilatdariya AKP’ê xwedî seknek e. Rêveberiya CHP’ê jî divê van rastiyan berçav bigire û jinûve şêwe bide xwe.

Mûxalefet bû partiya yekemîn û AKP-MHP jî ketin pozîsyona duyemîn. Ev encam wê bandoreke çawa li siyaseta Tirkiyeyê bike?

Ji dema AKP’ê hat ser desthilatdariyê û vir ve yekemcare dikeve rêza duyemîn. Ev yek ji bo wan girîng e. Ji ber ku psîkolojiya wan vê rewşê ranake. Ji hemû nîmetên welat û herêmê sûd wergirtin. MHP’ê li hemû burokrasiyê bi cih bû, bûn dewlet. Lê ev jî heye; Wekî ku Devlet Bahçelî, AKP xwediyê dewletê ne û heta xwediyê Tirkiyeyê ne diaxivin û kes nabêje hûn behsa çi dikin, hêza we çi ye û rastiya we çi ye. Li dijî wan divê helwesteke hê radîkal were nîşandan, têkoşîn were kirin.

Ji ber ku ketine rêza duyemîn helbet ev rewşeke girîng e, ji ber ku ev şikestin e, astengiyek hatiye derbaskirin. Ji bilî civaka Tirkiyeyê, gelek kes û heta hin siyasetmedarên navneteweyî jî meraq dikirin ku gelo pêkan e AKP-Erdogan winda bikin an na. Çawa ne pêkan e? AKP bi her tiştê xwe re ketiye nava qirêjiyê, her tişt ji bo xwe û yên li derdora xwe bi kar aniye, her kesê li dora xwe dewlemend kiriye, rê li ber wan vekiriye û di encamê de Tirkiye perîşan kirine, aboriya Tirkiyeyê hilweşandin, siyaseta wê xitimandin û psîkolojiya civakê serûbin kirin. Di rastiyê de eger mûxalefeteke rast, cidî, radîkal û demokratîk hebûya, ne ketina rêza duyemîn wê rojekê jî nikarîbûn li ser desthilatdariyê mabana. Zemîna ku desthilatdarî li ser wê xwe xwedî dikir hilweşiya, lê heta kengî wê li ser desthilatê bin, heta kengî li ber xwe bidin, bersiva vê jî bi têkoşîna li dijî wan re têkildar e.

Eger têkoşîna gelê Kurd û PKK’ê nebûya, wê hêza AKP’ê nehatibûya şikandin û bi rojevên çêkirî civak bixapanda. Her tiştên xwe ji bo şerê li dijî gelê Kurd seferber kirine, navûdengê wan xera kirine û îmaj û prestîja wan rûreş kirine. Hêj jî di şerê li dijî gelê Kurd de israr dikin, lê gihiştine wê astê ku nema dikarin bêhnê bigirin. Yên heta niha deng dane wan jî ji wan veqetiyane. Eger AKP di heman zîhniyetê de israr bike û mûxalîf jî roleke demokratîk bilîze, ev desthilatdarî wê zûtir têk biçe.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih digrin; Di dawiya meha Nîsanê de Erdogan wê serdana Iraqê bike. Piştre wê di meha Gulanê de bi Serokê DYE’yê Joe Bîden re hevdîtin pêk bîne. Diyar e ku di van serdanan de wê ji bo partiya we bazirganiyê bikin. Erdogan di çarçoveya kîjan plan û konseptan de van serdanan dike, li gorî we wê di van hevdîtinan de tişta dixwaze bi dest bixe?

Mejiyê faşîst û desthilatdaran her tim ji bo xwe dixebitin, dibêjin çi dibe bila bibe em ê her tim li ser desthilatdariyê bin. Dixwazin ji vê jî bawer bikin. Heta ku siberoja xwe li ser tinekirina gelê Kurd ava bikin, wê di vî şerî de israr bikin û hewl bidin rê û rêbazan jê re peyda bikin. Hemû lêgerîn û hewldanên wan li ser vê bingehê ne. Erdogan di serdana xwe ya Iraqê de ji bo ku PKK’ê têk bibe hem wê zextê li dewleta Iraqê bike û hem jî wê her cure tawîz bide. Lewma AKP dikare her tiştî bike. Lê AKP-Erdogan derewîn in, pragmatîst in, rojeke wan û ya din hevûdin nagire. Dîsa ji aliyê îdeolojîk ve xetere ne. Dixwaze weke Osmaniyên nû li herêmê belav bibe. Têkildarî Rojhilata Navîn hesabekî wan ê wisa heye. Erdogan hêj jî Iraq mîna eyaletek a Osmaniyan dibîne. Bi vî rengî difikire, her çendî di rewşeke xirab û rûreş de be jî wiha nêz dibe. Iraq helbet vê rastiyê dibîne. Li Rojhilata Navîn û Iraqê çi xerabî hebe destê Erdogan û dewleta Tirk di nav de heye. Ji Kerkûk û Mûsilê heta Lîbyayê dixwazin pirsgirêkan derxin û jê sûdê werbigirin. Siyaseta wan ev e.

Em dixwazin bawer bikin ku Iraq wê nekeve nava lîstikên dewleta Tirk. Heke werin lîstika Erdogan wê ne baş be. Çima? Ji ber ku PKK’ê ti zerar negihandiye qanûnên Iraqê û bi taybetî jî zerar negihandiye civak û gelên Iraqê. Berovajî, PKK’ê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de roleke dîrokî lîst. Eger PKK nebûya, wê Şengal, Mûsil, Mexmûr, Kerkûk û Hewlêr hemû ketiba destê DAÎŞ’ê. Iraq vê baş dizane. Hêza PKK’ê û şer bi çi rengî dimeşîne, fêm kir. Ev rastî ye. Ji ber vê yekê divê Iraq di vî warî de siyaseteke rasttir û rasyoneltir pêş bixe. Tevî vê yekê divê rastiya dewleta Tirk jî bibîne. 40 km ketine nava xaka Iraqê, li dehan nuqteyan baregehên leşkerî ava kirine, bi hezaran leşker anîne xaka Iraqê. Dewleteke serbixwe helbet wê vê yekê qebûl neke. Divê ne li dijî PKK’ê berovajî bi PKK’ê re li dijî dewleta Tirk tiştekî bikin. Mafê wan heye ku li qada navneteweyî li dijî dewleta Tirk tiştekî bikin. Di vê nuqteyê de hinekî qels dimînin.

Mînak divê çapemeniya Iraqê li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk zêdetir têbikoşe û civak rabe ser piyan. Ew piçekî veşartî ne. Lê em hêvî dikin ku; Dewleta Iraqê wê li dijî PKK’ê nebe şirîkê dewleta Tirk. Em ne li dijî têkiliyên aborî, bazirganî û siyasî yên navbera dewletan in, lê PKK û gelê Kurd wê qebûl nekin bi dewleta Tirk re bibe parçeyek ji komplo, lîstik û şerê wê. Iraq wê aram nebe, ew vê dizane. Pirsgirêkên ku dewleta Tirk li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn bi giştî çêkiriye, li ber çavan e. Divê hewldanên AKP’ê yên li hemberî PKK’ê bên valaderxistin. Erdogan piştî serdana xwe ya Iraqê wê biçe DYE’yê. Bîden piştî ku bû serokê DYE’yê, gelek xwest biçe Qesra Spî. Lê belê heta niha Bîden nexwestiye hevdîtinê bike, qebûl nekir. Niha, ji nişka ve randevû ji Erdogan re hat dayîn. Sedem çi ye, DYE’yê çima serdan qebûl kir, divê ev jî bê fêmkirin. Dê gelek mijarên wekî şerê Ûkrayna û Rûsyayê, Rojhilata Navîn û Sûriyê werin nîqaşkirin. Dîsa mijara balafirên şer ên F-16 her tim di rojeva dewleta Tirk de bû.

Heta ku berjewendiya DYE’yê nebe, destê dewleta Tirk û Erdogan xurt nake. Mixabin dîsa wê herî zêde têkildarî mijara Kurdan û PKK’ê alîkariya dewleta Tirk bike. Erdogan di vê mijarê de çi pêwîst be wê dîsa tawîz bide. Armanca wî ew e ku di şerê li dijî gelê Kurd de derfetekê ji xwe re peyda bike. Dixwaze plana xwe ya êrîşê li Başûr û Iraqê bi DYE’yê bide qebûlkirin û erêkirin. Ji xwe niha hemû qada hewayî ya Iraqê di bin kontrola DYE’yê de ye. Bêyî DYE, bêyî erêkirina wê dewleta Tirk wê nikaribe balafirên xwe bifirîne, ne jî Iraqê û Başûr bombe bike. Bandora Erdogan a li Tirkiyeyê wê mîna beriya hilbijartinên 31’ê Adarê nebe. Di polîtîkaya derve de jî wê bi heman rengî be. Hilbijartin dê bandorê li ser helwesta Erdogan û danûstandinên ku dixwaze pêş bixe bike. Erdogan ji bo şerê li dijî gelê Kurd bimeşîne her tiştî dike. Divê DYE piştgiriyê nede daxwazên Erdogan. Lê belê eger di şerê li dijî gelê Kurd û PKK’ê de destekê bidin Erdogan, ev tê wê wateyê ku mîna komploya beriya 25 salan çawa bi înîsiyatîf û biryarên wan pêk hat, îro jî di heman xetê de israr dikin.

DYE jî dizane; her çendî Kurdistan kirine çar parçe jî, Kurd xwedî yek dil û mejî ne. Qeder û siberoja gelê Kurd 100 sal berê di Konferansa Qahîreyê de hat diyarkirin. Piştre li 4 parçeyan hate dabeşkirin. Di 8’ê Adarê, Newrozê û rojbûna Rêber Apo de hat dîtin ku Kurd xwedî yek mejî, yek dil û ruh in. Dilê gelê me li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, Ewropa û welatên cuda weke hev lê dide. Nikare li ser parçeyekê hesabên cuda bike. Welatên wekî DYE’yê divê bi perspektîfeke berfireh lê binêrin. Divê siyaseteke giştî ya Ewropa û Emerîka di mijara Kurd de hebe. Divê siyasetek ku baş nêzî parçeyek dibe û li parçeyê din ji bo dilê dewletê xweş bike destekê nede qirkirina Kurdan. Ji niha û pê ve divê DYE polîtîkayeke giştî ava bike û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd qebûl neke.

We diyar kir ku piştî hilbijartinan Erdogan wê di hundir de û li derve jî rehet nebe. Di encama hilbijartinan bû partiya duyemîn, ev yek wê çi bandorê li dîplomasiya Tirkiyeyê bike?

Têkiliyên dewletê di navbera dewletan de pêş dikevin, desthilatdarî jî girîng in, lê berjewendiyên dewletê bi hev re hene. Desthilatdarî bi awayekî erênî yan jî neyînî bandor dike. Gelek dewlet û hêz ji AKP-Erdogan ne razî ne. Lê belê berjewendiya wan çi hewce bike wê dikin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê çapemeniya Ewropa û heta Rojhilata Navîn diyar kir ku AKP-Erdogan hêz winda kiriye. Êdî hêza Erdogan a berê nemaye. Ev yek wê bandorê li muzakere, dîplomasî û hevdîtinan bike, lê belê wê ne bingehîn be. Di dema pêş de wê êdî AKP nebe desthilatdar û dibe ku beriya wê jî têk biçe. Lê helbet di dema kurt û dirêj de berjewendiyên dewletan yên siyasî, stratejîk, jeopolîtîk û piralî hene.

Doza Fîlîstînê her tim ji aliyê AKP’ê ve tê îstîsmarkirin û her tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê belê di şerê Hamas û Îsraîlê de derket holê ku amûrên di şerê li dijî gelê Fîlîstînê de tên bikaranîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin. Ev durûtiya Erdogan nîşan dide. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke hene. Pirsgirêka Fîlîstîn û Kurd. Heta ku pirsgirêkên gelê Kurd û Fîlîstînê bi rengekî demokratîk çareser nebin, Rojhilata Navîn ti carî demokratîk nabe. Ev yek îspat bûye. Ev şer çiqasî xizmetê ji vê re dike yan nake mijareke din e. AKP bi taybetî Erdogan pragmatîst e, ne bi pîvan û exlaq e, li gorî berjewendiyên xwe çi ji dest tê dike. Ew wisa didin xuyakirin ku bi şev û roj ji bo Fîlîstînê dixebitin da ku gelê Fîlîstînê bighêje armancên xwe, lê heman AKP û Erdogan di 6 mehên dawî de bazirganiya xwe bi Îsraîlê re du qat zêde kirin, ango ji destpêka şer ve. Ev durûtî ye. Rondikên sexte dirijînin. Ji aliyekî ve hewl dide civakê bixapîne û manîpule bike, li aliyê din jî bazirganiya xwe gelek caran zêde kiriye. Tê gotin her derewek helbet heta cihekê ye, çi kirin hemû derket holê. Niha di rewşeke bêçare de ne.

Kurê Erbakan Serokê Partiya Yenîden Refahê siyaseteke stratejîk, aqilane pêş xist û Erdogan ji cihê wî yê herî lewaz girtin. Hem tu ji bo Fîlîstînê rondikên sexte dirijînî, hem jî bi awayekî veşarî tu bi Îsraîlê re bazirganiyê dikî. Got heke tu durist bî, rast bî û Misilman bî, divê tu dev ji vê bazirganiyê berdî. Yanî Erdogan xafil girt. Bi gotineke din Erdogan tengav û rezîl kir. Lê weke min got, ji bo Tirkiyeyê bi taybetî ji bo AKP’ê berjewendî her tişt e. Di demên berê de pîvaneke Ozal, Demîrel, Erbakan û Ecevît hebû, dema mirov li şexsiyetên wan, jiyana wan, malbatên wan dinêre, pîvanek hebû. Lê belê pîvan û rêgezeke Erdogan a bi vî rengî nîne. Kur, keç, zavayê wî, malbatên wan, xizmên wan hemû bi awayekî di nava dewletê ne û hemû dewlemendiyên dewletê bi kar tînin. Lê civaka Tirkiyeyê bi gotinên derew ên mîna welat, civak, Sakarya û Tirkiyeyê parçe dibe, dixapîne û xwîna wan li çiyayên Kurdistanê dirije. Mixabin haya civaka Tirkiyeyê ji vê nîne. Lê niha ev jî êdî hêdî hêdî diguhere.

Demekê piştî hatina cenazeyan di civaka Tirkiyeyê de bertekên mezin hatin nîşandan. Ji bo van bertekan bêdeng bikin gelek zext li ser wan kirin û hinekan jî bi pereyan rawestandin. Lê potansiyeleke xurt heye. Çend roj berê nûçegihanê HPG’ê diyar kir ku cenazeyên bi sedan leşkerên Tirk li ser sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine veşartin. Gelek malbat nizanin ka zarokên wan sax in an na, li ku ne. Bi pereyan bertekan bêdeng dikin, lê ev jî heta astekiye, ev ê biteqe. Li tevahiya cîhanê ev wisa ye, desthilatdar bi yek carê xurt dibe, piştre an diteqin ango mîna ku derketine jor bi wê lezbûnê dikevin xwarê. Desthilatdariya AKP’ê jî derket lûtkeyê; Çare nîne, wê bi heman rengî bikeve.