14 baroyan bertek nîşanî daxwaza beraetê ya bersûcên doza Elçî dan

14 baroyan bertek nîşanî daxwaza beraetê ya bersûcên ku Elçî qetil kirin dan û gotin, "Di doza Tahîr Elçî de gav bi gav bêcezakirin hat avakirin" û diyar kirin ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.

DOZA TAHÎR ELÇÎ

14 baroyan li dijî daxwaza dozgeriyê ya ji bo beraetkirina bersûcên doza qetilkirina Tahîr Elçî daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya ku bi sernavê "Kuştina bi kiryar nediyar nîne, cînayeteke eşkere heye" hat dayîn de wiha hat gotin: “Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin û derbarê bersûcan de doz har vekirin. Di danişîna 25.04.2024’an Serdozgeriya Komarê ya Amedê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku bersûcên polîs bên beraetkirin. Qetilkirina Tahîr Elçî ku li ber dehan kamerayan pêk hat, em bûn şahid ku heta niha lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin.”

‘GAV BI GAV BÊCEZAKIRIN AVA KIRIN’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku her çend parêzer û saziyên hiqûqî yên Elçî ji bo ronîkirina cînayetê lêpirsînên ku divê ji aliyê lêpirsîn û dozgeriyê ve bên kirin jî xwestine, lê tu daxwaz nehatine bicihanîn û wiha hat gotin: "Lêkolînên ku li derveyî qanûnên hat kirin; derket holê ku kiryaran hatin parastin û gav bi gav bêcezakirin hat avakirin."

'EM Ê ŞOPDARÊ DOZÊ BIN’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em dizanin ku ji bo ronîkirina cînayetên siyasî îradeyeke cidî ya civakî, siyasî û dadwerî hebe. Her çiqas ji bo ronîkirina qetilkirina Tahîr Elçî îradeyeke cidî ya civakî hebû jî, mixabin ev îrade di meqamên edlî û siyasî nehat dîtin. Weke Tahîr Elçî jî digot, 'kuştina kiryar nediyar nîne, cînayetên nehatine ronîkirin hene.' Em weke baroyan bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em travmayeke din a bêcezakirinê qebûl nakin û em ê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin.”
Baroyên ku daxuyanî dan ev in: “Baroya Semsûrê, Baroya Agirî, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dersimê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê."