Nobeta Edaletê: Ev dîmen şerma Wezaretê ye

Emîne Şenyaşar tevî rêgiriyên Wezareta Edaletê ya Tirk Nobeta Edaletê domand. 

EMÎNE ŞENYAŞAR

 Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrîşê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin di roha 77'an de li Enqereyê li ber Wezareta Edaletê didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar çûn ber wezaretê. Polîsên ku xwestin çalakiya Emîne Şenyaşar asteng bikin, pêşiya wezaretê girtin. Lê bi berxwedana Emîne Şenyaşar rêgirî hate rakirin. 

Emîne Şenyaşar li ber wezaretê diyar kir ku heta kurê wê neyê berdan wê Nobeta Edaletê bidomîne. 

Parlementerê DEM'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî çû serdana Malbata Şenyaşar û anî ziman ku Ferît Şenyaşar ev bêhiqûqiyê gelek caran li Meclîsê aniye ser ziman lê parlementerên AKP'ê hewl dane wî bêdeng bikin û wiha got: "Divê erka me hemûyan be ku em edaletê pêk bînin. Ez ji vir bang li 85 mîlyon kesî dikim. Li vir dayikek li ber Wezareya Edaletê edaletê dixwaze. Ev dîmen şerma wezaretê ye."

Gergerlîoglu anî ziman ku divê darizandinek biadelet were kirin û sûcdarên rast werin cezakirin.