Nivîskar Vedat Turkalî jiyana xwe ji dest da

Nivîskar Vedat Turkalî jiyana xwe ji dest da. Keça Turkalî Denîz Turkalî bi rêya medya civakî ragihand, ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye.

Nivîskar Vedat Turkalî jiyana xwe ji dest da. Keça Turkalî Denîz Turkalî bi rêya medya civakî ragihand, ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye.

VEDAT TURKALÎ KÎ YE?

Di 13'ê Gulana 1919'an de li Samsûnê ji dayik bû. Lîse li Samsûnê xwend. Di sala 1942'an de ji Beşa Wêje û Zimanê Tirkî ya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû.

Li Lîseya Leşkerî ya Maltepe û Lîseya Leşkerî ya Kûlelî mamostetiya wêjeyê kir. Piştre di sala 1951'ê de hat girtin. 9 salan ceza xwar. Piştî ku 7 salan li girtîgehê ma, hat berdan.

Tevî Firat Ilgaz Weşanên Gar ava kir. Di sala 1960 de 'Dolandiricilar Şahi' ve dest bi senarîtiyê kir. Di sala 1965'an de bi fîlmê xwe yê bi navê 'Karanlikta Ûyananlar' di Festîvala Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de, Xelata Senaryoya Herî Baş stand.

Gelek roman nivîsand.

Di sala 1974'an de, di Pêşbirka Romanan a Weşanên Mîlliyetê de xelata yekemîniyê stand. Di sala 1976'an de Xelata Romanê ya Orhan Kemal bi dest xist. Di sala 2016'an de hêjayî Xelata Rûmetê ya Wêjeyê ya Beyaz Marti hat dîtin.