Li Rojhilatê Kurdistanê gulaşa Îran û DYA

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku li qada dîplomatîk hevrik in, di sporê de jî hatin hemberî hev.

Îranê li bajarê Kirşmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, Kûpa Gulaşê ya Cîhanê organîze kir. Hatina tîma gulaşê ya Amerîkayê ji bo Îranê hat astengkirin. Lê di kêliya dawî de destûr jê re hat dayîn. Piştî ku Serokê DYA Donald Trûmp biryarname li ser hatina welatiyên Îranê ji bo DYA asteng dike, weşand, Îranê jî bersiv da bû.

Li Kirmaşanê, di encama pêşbirkên sê rojan de, tîma Îranî li hemberî hevrikên xwe yên Amerîkî bi ser ket. Îran di 5 ji 8 kategoriyan de bi ser ket.

Di pêşbirka fînalê de, Komeyl Gasemî yê Îranî û Nîck Gwazdowskî yê Amerîkî di kategoriya 125 kîloyî de hatin hemberî hev. Di vê têkoşînê de Gasemî bi ser ket û Îranê xelata zêrîn wergirt.

Ji bo 13 gulaşgirên Amerîkî bên Îranê, roja 5'ê Sibatê destûr hatibû dayîn. Ev biryar, piştî ku dadgeha Amerîkayê biryarnameya Trûmp sekinand, hat girtin.

Gulaşgirê Amerîkî Jordan Bûrroûghs bi rêya hesabê xwe yê Înstagramê ragihand, ku ji ber pêşwaziya dilgermî, ew minetdar in. Gulaşgirekîd in Rîchard Perry jî got, "Li vê derê, li Kirmaşanê hezkirin û hurmeta ji bo DYA zêde ye."