Li Rojavayê Fransayê Kurd dibêjin ‘NA’

Kurdistaniyên li Fransayê dijîn, diyar kirin ku wê di referandûma 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ û Platforma Na rêxistin dike.

Li Rojavayê Fransayê, li Nastes û Rennseê li Komeleya Engîn Sîncer a Navenda Civaka Demokratîk Platforma Na gihaştin hev. Bi vê civînê re ku tevlêbûna nûnerê Platforma Na pêk hat, starta xebatên na hate dayin li Nantes û Rennesê.

Di civînê de hate gotin divê hemû beşên civakê di bin navê Platforma Na de bicivin û li dijî dîktatoriyê û rejîma yek zilamî bibêjin na. Hate gotin Tirkiyeyiyên ku li Ewropa dijîn wê di vê referandûmê de diyarker bin. Piştî agahiyên teknîk ên têkildarî referandûmê, plansazî hate kirin bê ka peywirdarên referandûmê wê çi bikin.