Li Kolnê protestokirina AKP-Eûtelsatê didome
Li Kolnê li dijî AKP-Eûtelsatê ku televîzyonên Kurdan girtin, çalakiyên protestoyî didomin.
Li Kolnê li dijî AKP-Eûtelsatê ku televîzyonên Kurdan girtin, çalakiyên protestoyî didomin.
Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi çalakiya kondanînê ve girtina televîzyonên Med Nûçe û Newroz ku bi hevkariya AKP-Eûtelsatê pêk hat, protesto dikin. Çalakiya nobedê ku her roj ji saet 11.00’an heta 19.00’an didome, îro ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê, Meclîsa Jinê ya Şengalê ya Şehîd Berîvan û KOMAV’ê tê domandin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Yilmaz Gultekîn têkîldarî armanca çalakiyê bi Elmanî axivî.
Çalakgeran nameyên ku wê şîrketa Eûtelsatê re bişînin dan îmzekirin.
Çalakî wê sibehê ji hêla Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê dijîn û HDK Kolnê bê domandin.