Li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakî didomin

Li bajarên Dresden, Hildesheîm ên Elmanyayê, Selestat ê Fransayê û Lînz ê Awûstûryayê, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

 

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Girseyê ya ku di pêşengiya Mecllîsa Jinê ya Dresdenê li hev kom bû, saet 10.00’an li Pragerstr stant danî û belavok belav kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê azadî û aştî li Kurdistanê nebe.

Girtina nivîskar Asli Erdogan jî di axaftinan de hate protestokirin.

HILDESHEIM

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi armanca balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de çalakiya kon hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku êrîşên dewleta faşîst a AKP’ê ya li dijî kantonên Rojava jî hate protestokirin, îmze hatin berhevkirin, belavok hatin belavkirin.

Çalakiya kon a ku saet 14.00’an li ber dêra Yakobî destpê kir, saet 18.00’an bi dawî bû.

SELESTAT

Li bajarê Selestat ê Fransayê jî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya însiyatîfa Ciwanên Azad pêk hat, ciwanên ji Mulhouse, Selestat û Strasbourg hatî jî amade bûn.

Di çalakiyê de ku dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bimire Faşîzma Tirk”, “Bijî Ocalan” hatin berzkirin, bi axaftinan hate destnîşankirin ku wê tecrîda li ser Ocalan neyê qebûlkirin.

LINZ

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê jî tecrîda li ser Ocalan û dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Girseya ku saet 17.00’an li Linz Mozartkreuzung li ber Thalîan kom bû, ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêz girt.

Di mîtîngê de li dijî tecrîda li ser Ocalan û têkîldarî dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê danezan hate xwendin. Di mîtîngê de ku dirûşm jê kêm nebûn, belavok hatin belavkirin.

...