Li Dersimê ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin
Ji 5 kesên li Dersimê di 22'ê Nîsanê de hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Ji 5 kesên li Dersimê di 22'ê Nîsanê de hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Serdegirtin li navenda Dersimê û navçeya Qisleyê hatibû kirin.
5 kesên ku hatin binçavkirin piştî ragirtina li emniyetê 23'ê Nîsanê birin edliyeyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî 3 kes berda. Emîne Surgeş û Eylem Surgeç jî bi sûcdariya kêfî ya 'endametiya rêxistinê' û 'alîkariya ji bo rêxistinê' hatin girtin.