Li Amedê protestoya binçavkirinan

Li Amedê binçavkirina rojnamevanan hate protestokirin ku Nûrcan Yalçin û Derya Ûs jî di nava rojnamevanên hatine binçavkirin de ne.

BINÇAVKIRIN HATIN ŞERMEZARKIRIN

Çalakiya protestokirinê bi pêşengtiya Rêxistina Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya bînaya Rêxistina Amedê ya Dem Partiyê pêk hat.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de nerazîbûn li hemberî binçavkirinan hate nîşandan û her wiha pankartên; ‘Jin û çapemeniya azad nayên bêdengkirin’ û  ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin vekirin. Nûnerên Rêxistina Civakî ya Sivîl jî tevlî çalakiya protestokirinê bûn.

Hevseroka Giştî ya Amedê ya Dem Partiyê Pinar Sakik Tekîn got ku desthilatdariya AKP û MHP'ê li hemberî têkoşîna jinan têk çûye.

Pinar Sakik Tekinê destnîşan kir ku desthilatdariyê piştî vê têkçûna xwe, li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk dest bi êrîşên nû kiriye.

Pinar Sakik Tekinê got ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi armanca veşartina polîtîkayên xwe yên qirêj êrîşên xwe yên li dijî jinan û çapemeniya azad zêde kiriye û bang li desthilatdariyê kir ku li şûna ku bibe sedema aloziyên li welat, bila guh bide daxwazên gel.

Pinar Sakik Tekinê bal kişand ser girîngiya avakirina demokrasî, azadî û hiqûqa gerdûnî jî û destnîşan kir ku li cihê ku lê têkoşîna jinan û çapemeniya azad tune be, ne pêkan e ku li wir demokrasî û hiqûq jî werin avakirin.

Pinar Sakik Tekinê piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna jinan û kedkarên çapemeniya azad anî ziman û got ku ew ê li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû û girse derbasî li pêşiya binaya edliyeyê bû.