Komkujiya Sêwasê li Stockholmê hat protestokirin

Komkujiya Sêwasê, di salvegera 22. de li paytexta Swêd Stockholmê hat şermezarkirin û qurbanî hatin bîranîn.

Komkujiya Sêwasê, ku di 2'ê Tîrmeha sala 1993’an de li li Otela Madimakê 35 rewşenbîr, nivîskar û hunermend bi awayekî zindî ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin, di salvegera 22. de li paytexta Swêd Stockholmê hat şermezarkirin û qurbanî hatin bîranîn.

Li ser banga Federasyona Elewiyan a Swêdê li Qada Sergel çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên rewşenbîrên hatin qetilkirin bi kulîlkan hatin xemilandind û find hatin pêxistin. Ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin , dûre navê rewşenbîrên hatin qetilkirin yek bi yek hatin xwendin û yên li qadê jî di her xwendina navan de gotin 'li vir e'.

Ozan Alî Çagan ê ji komkujiyê bi saxî rizgar bû, axaftina vekirinê kir. Çagan diyar kir ji bo semahê bigerînin, li saz bidin, aştî û biratiyê çûbûn Sêwasê, lê rastî êrîşa faşîstan û oldaran hatine. Çagan wiha berdewam kir: "Bifikirin li Otelê ji 100’î zêdetir mirov hebûn. Li derve jî ji 15 hezarî zêdetir kes civiyabûn û digotin otelê bişewitînin, vana bikujin. Hêzên ewlehiyê yên li wir jî ji bo komkujiyê pêk bînin, rê dida kujeran."

Çagan anî ziman ku tevî ku di ser de 22 sal derbas bûne jî tiştek neguheriye, heta hin tişt bêhtir bi paş ve çûne û got: "Îro Tirkiye li gorî sala 1992’an di rewşeke xerabtir de ye. Nîjadperestî û şovenîzmê her mezin dibe. Ji bo DAIŞ a li dijî Kurdan şer dike, destek tê dayîn."

Îmran Karael li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê axivî û got : "Yên berî 22 salan li Sêwasê mirov şewitandin, îro li Kobanê komkujiyên rê li ber mirina bi sedan mirovan vedikin, pêk tînin. Yên li Sêwasê mirov şewitandin, bi yên ku li Şengal, Rojava û Girê Spî komujî pêk anîn re xwedî heman zîhniyetê ne."

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu û ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Serpîl Înan jî di axaftinên xwe de komkujiyên Sêwasê şermezar kirin û li dijî zîhniyeta ku li Rojava, Kobanê û Şengalê êrîş kirin, banga têkoşînê kirin.

Di çalakiyê de helbestên ji bo kesên di komkujiya Sêwasê de hatibûn nivîsin, hatin xwendin.

...