KNK’ê salvegera Nûçegihaniya Kurd Pîroz kir

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera Nûçegihaniya Kurd ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kirî, pîroz kir.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo salvgera Nûçegihaniya Kurd daxuyaniyeke nivîskî da, bal kişande ser giringiya weşana rojnameya Kurdistanê ku beriya bi 119 sal salan,  22’yê Nîsanê, 1898’an li  pattexta Misrê Qahîreyê ji hêla Mîqdad Mîthat Bederxan ve hatiye weşandin û ji bo giringiya rojnameya Kurdistanê di daxuyaniyê de hate gotin: ‚’ Di qada rewşenbîrî û ronakbîrîyê jî de hostayane û mamostayane binaxe û esasê rojnamegerî û rênivîs û wêjeya Kurdî diafrînin û destpêkên rênivîs û gramera zimanê Kurdî – Kurmancî dadimezirîn in. Lewma em dikarin bêjin rojnameya Kurdistan ji bilî ku werçerxîn û destpêka rojnamevanîya Kurdî be, di heman demê da sekoyeka karîger û bi bandora bizava roşenfikrî, perwerdeyî, siyasî û civakî jî  ji bo dîroka nû ya Kurd û Kurdistanê ye.

KNK’ê li ser salvgera Nûçegihaniya Kurd got:  "Em jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK,  119 salîya rojnameya Kurdistan û roja rojnamevanîya Kurdî pîroz dikin. Her bi vê helkeftê tevaya wan rojnamevan û dezgehên ragehandinê pîroz dikin ew ên bi dilsozî, pîşeyî, bi giyanê berpirsatîya neteweyî û niştîmanî ji bo xizmeta doza rewa ya gelê me û di berjewendiyên xelkê Kurdistanê de, di xebat û tekoşînê de ne.

Her wiha li hemberî bal û bejna rojnamevanên leheng û bûyer û qelemên netirs bejna xwe di çemînin, ew ên xwe kirine metal û gûrî û qurbanîyên xebata rojnamevanîya Kurd û Kurdistan û rojnamevanîya azad. Çi ew ên di çeperên berxwedan û berevanîyê şehîd ketin û çi ewên bi destê deshilatdaran hatine teror kirin.’’