KCDK-E li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bang kir
KCDK-E ragihand, bi operasyona Cerablûsê re Kurd hedef hatine girtin û diyar kir, divê gel li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.
KCDK-E ragihand, bi operasyona Cerablûsê re Kurd hedef hatine girtin û diyar kir, divê gel li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Cerablûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCDK-E hat ragihandin, hedefa bingehîn a dewleta Tirk tinekirina destketiyên gelê Kurd e û hat gotin, "Ev dagirkerî, ku piştî rizgarkirina Minbicê destpê kir, qonaxeke nû ya şerê li hemberî Kurdan e. Dewleta Tirk a ku nekarî bi rêya çeteyên xwe di şer de bi ser bikeve, li şûna şerê welatê yekser bi xwe daye nava şer. Beriya dagirkeriyê, li daweteke Kurdan a li Dîlokê êrîşeke bombeyî da kirin û bi vî rengî dest bi dagirkeriyê kir."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev dagirkeriya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye destpêkirin, nîşan dide ku dewleta Tirk ji destketiyên gelê Kurd ditirse. Ev têkoşîna azadiyê, li hemberî barbariyê bûye hêvaiya gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk dixwaze pêşî li yekîtiya gelê Kurd bigire û agirê azadiyê yê li Rojhilata Navîn vemirîne."
'EGER AKP NEYÊ SEKINANDIN, WÊ XETERÎ LI HER CIHÎ BELAV BIBE'
KCDK-E ev dagirkerî weke şerekî li hemberî Kurdên li hemû parçeyan bi nav kir û bi tundî şermerzar kir. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê hat kirin, ku li her cihê lê dijîn rabin ser piyan û bi rengekî demokratîk li hember vê dagirkeriyê derkevin.