Karayilan: Mêtingerî wê têk biçe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Têkoşîna me gihîştiye qonaxa serketinê. Kêm maye gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Lewma mêtingerî hewl dide dest li vê yekê werde. Lê ev destwerdan bi kêr nayê. Ew ê têk biçin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Têkoşîna me gihîştiye qonaxa serketinê. Şert û mercên ji bo serketinê amade ne. Şoreşa li Rojava, Bakur, Başûr û Rojava gihîştiye asteke girîng. Kêm maye gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Lewma mêtingerî hewl dide dest li vê yekê werde. Lê ev destwerdan bi kêr nayê. Ew ê têk biçin. Ji ber vê yekê, divê hemû welatparêzên Kurdistanê, demokratên Tirk bi erka xwe rabin. Lazim e em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û xwedî li vîna xwe derkevin. Divê em bi zanebûn têkoşînê geş bikin."

Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku mêtîngeriya Tirk bi pêşengiya Erdogan li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd bi awayekî dest bi êrîşan kiriye û got, "Ya rast, mêtîngeriya Tirk û hêzên mêtînger îro xurt nînin. Tevî vê yekê jî êrîşên xwe didomînin. Du sedemên vê yekê ne. Ya yekemîn; îro li Rojhilata Navîn şerek diqewime û Kurd di vî şerî der derdikevin pêş. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xurt bû, mezin bû. Li Bakur jî gavên girîng hatine avêtin. Bi taybetî Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya Sûriyeyê veguheriye şoreşeke demokratîk. Ev pêşketin û rewşa li Kurdistanê tirs berdaye dilê mêtîngeriyê. Ya rast, hemû hêzên mêtînger ji vê tirsin, lê serkêşê van mêtîngeriya Tirk e."

'SEDEMA BINGEHÎN A VAN ÊRÎŞAN, TIRS Û QELSIYA ERDOGAN Û AKP'Ê YE'

Karayilan weke sedema duyemîn jî işaret bi şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê kir û got, "Erdogan û Fethûllah tifaq kirin û xwestin dewletê bi dest bixin, bibin desthilatdar. Lê belê, piştre di mijara parvekirina desthilatdarî, derfetên madî û dewletê de ketin nava nakokiyan." Karayilan hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bibîr xist û destnîşan kir, ku yên bi vê darbeyê xwestin desthilatdariyê bi dest bixin, şikestin.

Karayilan diyar kir, Erdogan û AKP dixwazin xwe di nava vê sîstemê de bi rêxistin bikin, serdest bibin û got, "Lê belê xeterî ji bo wan hê ji holê ranebûye. Ji ber ku ew bi xwe jî qels bûye. Erdogan û AKP niha hewl didin ji vê darbeyê sûdê werbigirin, hemû dijberên xwe tesfiye bike û di vê navberê de bi hemû hêza xwe êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd bike û tesfiye bike. Ev rastiyek e. Sedema bingehîn a vê êrîşê tirs û qelsî ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser êrîşên dijwar ên dewleta Tirk, ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ev yek weke 'şerê man û nemanê' ji bo xwe pênase kiribû. Karayilan got, "Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê qels bikin, van êrîşan pêwîst dibînin. Wan siberoja desthilatdariya xwe bi vî şerî ve girê dane. Li gorî wan, eger di vî şerî de bi ser bikevin û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin, wê desthilatdariya xwe mayînde bikin."

'HELWESTA RÊBERTÎ, BERXWEDAN E' 

Karayilan, di çarçoveya vê konsepta tinekirinê ya dewleta Tirk de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku bi şerê psîkolojîk hewl didin li Îmraliyê encamekê bi dest bixin.

Karayilan ev nirxandin kir: "Piştî ku gelê me ev mijar weke mijareke hesas xist rojeva xwe; li Amed, Strasboûrg,ü Rojava, Rûsyayê grevên birçîbûnê da destpêkirin, gelê Kurd li nava welat, li derveyî welat û hemû parçeyên Kurdistanê herikî kolanan, Erdogan dît ku wê tevgera girseyî mezin bibe, têkoşîna girseyî rû bide, xwedîderketina li Rêber Apo li nava tevahiya civaka Kurd belav bibe û li ser vê yekê taktîk kir. Destûr da ku malbat bi Rêber Apo re rûnê. Halbûkî beriya wê gotibûn, ji ber qanûna Rewşa Awarte hevdîtina li Îmraliyê qedexe ye. Lê ji ya xwe vegeriyan. Li pêşberî siyaseta Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd pêwîstî dît ku paş ve gavê bavêje. Lê belê tecrîd hê ranebûye, bi dijwarî dewam dike. Bi tenê destûra da ku carekê tenê Mehmet Ocalan hevdîtinê bike. Lê di heman rojê de qanûna Qeyûm xist meriyetê û bi desteserkirina 24 şaredariyên Kurdistanê pêngava xwe ya êrîşan dewam kir. Li cihekî paş ve gav avêt, lê êrîşên berfirehtir xist rojeva xwe."

Karayilan li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de da, wiha axivî: "Bi wê gotina kurt û zelal hat fêhmkirin bê sekin, helwest û daxwaza Rêber Apo çi ye. Rêber Apo careke din ya pêwîst, pêk anî. Û bi awayekî vekirî ev mesaj da; 'Me pêvajo têk nebir, dewletê têk bir. Aliyê herî mezin dewlet bi xwe ye. Ev çareserî bi yek alî nabe. Eger dewlet bixwaze em dikarin di nava 6 mehan de çareser bikin. Projeya me amade ye. Eger êrîşî me bikin, helwesta me jî berxwedan e. Divê her kes ji bo xwe têbikoşe'. Ya ku divê gelê me û em ji vê peyamê fêhm bikin ev e: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê û mesaja dixwaze bide, berxwedan, mezinkirina têkoşînê û xwedîderketina li nirxan e. Bi kurt û kurmancî ev dem dema geşkirina berxwedan û têkoşînê ye. Girîng e mesaja Rêber Apo bi vî rengî were fêhmkirin."

'NÎŞAN DA KU YÊ ŞER DIXWAZE, DEWLET E'

Karayilan da zanîn, ku piştî vê peyamê hem hêzên hember, hem jî cîhanê fêhm kir ku yê şer dixwaze dewleta Tirk e û got, "Gelek hêzan bang kirin û gotin, 'Bila agirbest dest pê bike, pêvajoyeke nû dest pê bike'. Rêveberiya me jî deklarasyonek weşand û bersiv da vê bangê. Piştre Serokwezîrê Tirkiyeyê bi wayekî vekirî got, em di êrîşê de ne û bi vî rengî bersiv da. Peyama Rêber Apo di heman demê de bersivek li hemû hêzên bang dikirin, bû. Yanî Rêber Apo bi awayekî vekirî nîşan da ku yê dixwaze bi şîdet û terora dewletê encamê bigire, yê şer dixwaze, dewleta Tirkiyeyê ye. Ev yek ji aliyê her kesî ve hat fêhmkirin. AKP dixwaze bi şer, desthilatdariya xwe mayînde bike. Lewma rijandina xwîna ciwanên Kurd û Tirk esas digire."

'JI BO GELÊ KURD TESLÎM BIGIRIN, DEST DANÎN SER ŞAREDARIYAN'

Di mijara desteserkirina şaredariyên Kurdistanê de Mûrat Karayilan bibîr xist, ku siyaseta Kurd ev yek weke darbeyê nirxandiye û destnîşan kir, ku ev tespît rast e. Karayilan da xuyakirin, ku Erdogan desthilatdariya xwe li ser darbeyê ava dike û got, "Erdogan/AKP di asta herî bilind de dixwazin civaka Kurd bişikînin. Gelê Kurd li dijî plana têkbirinê li ber xwe da. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, hezex, Gever, Silopiya û Farqînê şer û berxwedan hat kirin. Ew şerê vînê bû. Berxwedan û têkoşîna li dijî plana têkbirinê bû. Ev yek niha di asteke din de dewam dike.

Dixwazin çi bikin? Dixwazin hêviya gelê Kurd bişikînin, nirxên wan ji destê wan bigirin. Gelekî baş pê dizanin ku şaredariyên gelê Kurd bi paqijî dixebitin û xizmetê dikin. Dixwazin şaredariyan ji destê gelê Kurd derxînin, wan bikin qereqol û veguherînin qada zilmê. Dixwazin bikin ku gelê Kurd her cara serê xwe rakir, li pêşberî xwe dewletê bibîne. Dixwazin gelê Kurd li şaredariyan, qeymeqamtiyan, qereqolan, li her qada jiyanê dewletê bibîne û bi vî rengî gel teslîm bigirin. Yanî ji bo teslîmgirtina gelê Kurd dest datînin ser şaredariyan. Wê vê yekê mezintir bikin. Ev yek şerê vînê ye. Di heman demê de sedema şerê psîkolojîk û tecrîda li ser Rêbertî jî ev e. Hemû êrîşên wan ji bo şikandina vînê ye.

Êrîşî şaredariyan, siyasetmedarên Kurd, parlamenteran dikin. Dixwazin wan bigirin û dadgeh bikin. Baweriya gelê Kurd bi çi hebe, xwe dispêre çi, dixwazin wê tesfiye bikin. Dibe ku di dema pêş de parlamenteran bigirin, dest deynin ser şaredariyên din jî. Armanca wan tepisandina gelê Kurd, teslîmgirtin û bi vî rengî encamgirtin e. Bila gelê me vê baş zanibe; ev dem demeke dîrokî ye. Divê gelê me xwedî li şaredarî û vîna xwe derkeve. Gelê Kurd çiqasî xwedî li Rêberê xwe derkeve, çiqasî azadiya Rêberê xwe weke armanc deyne pêşiya xwe, wê ewqasî jî xwedî li vîna xwe derketibe."

'DIXWAZIN BI ÊRÎŞÊ, QELSIYA XWE BINIXUMÎNIN'

Karayilan da xuyakirin, ku AKP/Erdogan ditirsin û baş dizanin ku ew qels in û got, "Lê ji bo mayîndekirina desthilatdariya xwe, pêwîstiyê bi êrîşê dibînin. Taktîka Erdogan êrîş e. Eger gelekî neçar nemabûya, wê paş ve gav neavêtibûya (mîna Hevdîtina li Îmraliyê ya bi malbatê re). Bi êrîşê re dixwaze bi encamekê bi dest bixe. Hewldana darbeyê ya Fethûllah û hin derdoran a 15'ê Tîrmehê, ji bo xwe weke firsendekê dibînin."

Karayilan diyar kir, tevî ku ji her alî ve qels in, dixwazin bi êrîşê vê qelsiya xwe ji holê rakin û xwe xurt bikin. Karayilan got, "Tevî ku xetere ye, vê yekê dewam dikin. Halbûkî ew jî baş dizanin ku bi vî şerî ve nikarin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Ev 90 sal in nekarî vê bikin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd 200 sal in dewam dike. Erdogan, AKP'yî û her kes baş bi vê dizanin, lê ji bo hebûna xwe biparêzin û mayînde bikin, êrîşan ji xwe re pêwîst dibînin."

'DIVÊ EM BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan destnîşan kir, ku ew ê bersiva pêwîst bide van êrîşan û wiha dewam kir: "Derfetên şikandina wan, ji her demê zêdetir in. Bi vê şîdetê, vê hovîtiyê û van rêbazên faşîzan wê nikaribin encamê bi dest bixin, wê têk biçin. Lewma divê em li ber xwe bidin. Gelê me, gelên Tirkiyeyê, kedkarên Tirkiyeyê û her kesên zerar ji sîstema AKP'ê dîtine divê bibin yek û bi baweriyeke mezin li ber xwe bidin."

'SIYASETA AKP'Ê SIYASETA DIJMINATIYA LI GELÊ KURD E'

Karayilan da xuaykirin, ku siyaseta Erdogan û AKP'ê siyaseta dij bi gelê Kurd e û ev tespît kir: "Ew dixwazin gelê Kurd bikin qurbanê siyaseta xwe. Vê yekê jî bi awayekî vekirî dikin. Ne tenê Kurdên li nava sînorên Tirkiyeyê, li dijî Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî heman siyaseta dijberiyê dimeşînin. Li Rojavayê Kurdistanê şert û mercên bidestxistina mafên gelê Kurd afirîne, dixwazin li nava Sûriyeyeke demokratîk weke beşek ji federasyonê cih bigirin. Lê belê mêtîngerî dest li vê werdide. Kurdan li dijî xwe weke xeteriyê dibîne. Di heman demê de Başûr jî li dijî xwe weke xeteriyê dibîne. Ji bo Kurdan berde hev û siyaseta parçekirina Kurdan bimeşînin, bi germî nêzî rayedarên siyasî yên Başûrî dibin. Lê rastî ne ev e. Rastî ew e ku dijberê hebûna hemû Kurdan e. Ev siyaset siyaseta dijminatiya li hebûna Kurdan e. Me berê digot, Erdogan mîna Seddam e. Lê niha ji Seddam xerabtir e. Seddam bi tenê êrîşî Kurdên li Başûrê Kurdistanê dikir. Zilm li Kurdên Başûrî kir, hovîtî kir, enfal kir. Lê vana dixwazin li Rojava, sibe li Başûr bikin."

Karayilan ragihand, AKP siyaseteke faşîst, nîjadperest û şovenîst dimeşîne û destnîşan kir, ku divê ti Kurdistaniyekî bi rûmet di nava AKP'ê de cih negirin û dostaniyê bi wan re nekin.

'BÛNE KU NEMA DIKARIN LI KURDISTANÊ ŞER BIKIN; LEWMA CERDEVANAN DERDIXÎNIN PÊŞ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku li dewleta Tirk welê bûye êdî nema dikare li Kurdistanê şer bike û got, "Di dema dawî welê lê hatiye, ku dema cerdevanek dimire, Serokwezîr yekser diçe sersaxiyê. Ji ber ku bûne mûhtacî Kurdan û cerdevanan. Li wan bûye, ku nema dikarin li Kurdistanê şer bikin. Di rewşa heyî de hebûna mêtîngeriya Tirk a li Kurdistanê çawa ye? Ancax dikarin di nava wesayîtên zirxî û qereqolên mîna kelehan de bimînin. Dewleta Tirk li Kurdistanê bi tenê di nava wesayîtên zirxî û qereqolan de heye. Ji bilî vê, gelo diwêre bi hêsanî li Kurdistanê bigere? Eger diwêre, bila fermo bigere. Li Kurdistanê ti binesaziyeke dewletê ya îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî nema ye. Bi tenê bi zora heza leşkerî li Kurdistanê dimîne. Şer winda kiriye."

Karayilan da zanîn, ku mêtingeriya Tirk niha hewl dide sîstema cerdevaniyê li Bakurê Kurdistanê çalak bike û got, "Bi taybetî li herêma Xerzanê, dewleta Tirk xwe bi destê cerdevanan diparêze. Dema dizwaze kîjan cihî biparêze, yekser cerdevanan dibe wê derê. Fermandariya HPG'ê ya Xerzanê ev daxuyanî dabû; 'dema em dixwazin li cihekî çalakiyê bikin, li ser rêya me cerdevan hene'. Bi awayekî vekirî dijmin dixwaze gerîla li cerdevanan bixe. Ji bo vê jî, kîjan herêm xetere be, cerdevanan dişîne wê derê."

'BILA TI KES XWE LI PÊŞIYA DEWLETA TIRK NEKE MERTAL'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li gelê li herêmên Şukê, Satê, Xerzanê û tevahiya gelê Kurd kir, ku di vê dema dîrokî de kes xwe li pêşiya dewleta Tirk neke mertal û got, "Canê ewladên Kurd ne erzan e. Divê ti Kurd xwe neke mertal. Yanî divê ti kes mîna dedektor li pêşiya artêşa Tirk nemeşe. Binêrin, gerîla naxwaze li we bide, lê hûn xwe davêjin pêş. Herî dawî li herêma Garisa du kesan jiyana xwe ji dest dan. Leşker wan dehf didin û ew jî li pêş dimeşin. Wekî din li herêma Serhedê, heval li Girê Risê çalakiyê lidar dixin, lê dibînin di nava leşkeran de cerdevan jî hene. Em naxwazin li cerdevanan bixin. Divê em vê lîstika dewleta Tirk pûç bikin. Ev lîstik, lîstikeke qirêj e. Dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qetil bikin."

BANGA LI GEL Û CIWANÊN KURD

Karayilan di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku pêvajoya heyî bi rastî jî dîrokî ye û got, "Têkoşîna me gihîştiye qonaxa serketinê. Şert û mercên ji bo serketinê amade ne. Şoreşa li Rojava, Bakur, Başûr û Rojava gihîştiye asteke girîng. Kêm maye gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Lewma mêtingerî hewl dide dest li vê yekê werde. Lê ev destwerdan bi kêr nayê. Ew ê têk biçin. Ji ber vê yekê, divê hemû welatparêzên Kurdistanê, demokratên Tirk bi erka xwe rabin. Lazim e em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û xwedî li vîna xwe derkevin. Divê em bi zanebûn têkoşînê geş bikin. Girîng e ciwanên Kurdistanê bêdeng nemînin. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Tevlî têkoşînê bibin, tevlî nava refên gerîla bibin, tevlî serhildanên gel bibin. Divê jinên Kurd bi erka pêşengiyê rabin. Divê vê rola xwe di vê dema girîng de bi cih bînin. Di vê demê de wezîfeyên girîng dikevin ser milê her kesî. Û em xwe li derveyî van wezîfeyan nabînin. Bêguman wezîfeyên girîng dikevin ser milê me. Haya me ji vê heye û em ê bi cih bînin."