Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariay Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

SerLêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin. Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.