‘Divê têkoşîna dayika Emîne veguherînin dengekî hevpar’

Jinên ku çûn serdana Emîne Şenyaşar wiha gotin: “Edeleta ji bo Şenyaşaran nehatiye wê neçe tu derê welat. Têkoşîna dayika Emîne divê bê mezinkirin û veguhere dengekî hevpar.”

EMÎNE ŞENYAŞAR

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeta xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 93’emîn de dewam kir.

Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de got divê kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Parti), Konfederaysona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Meclîsa Jinan a Egîtîm Senê, Kolektîfa Demokrasiyê ya Sosyalîst (SOLDER) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) çû serdana Emîne Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar da zanîn ku yên ku zarokên wê qetil kirine li derve ne lê kurê wê girtiye û got divê kurê wê bê berdan.

Parlamenter Ferît Şenyaşar jî got dayika wî 6 sale di vê rewşê de ye û edeletê dixwaze.

Berdevka Demî ya TOP’ê Pelîn Kahîlogullari jî axivî û got: “Edeleta ji bo Şenyaşaran nehatiye wê neçe tu derê welat. Têkoşîna dayika Emîne divê bê mezinkirin û veguhere dengekî hevpar.”

Endama lijneya kordînasyona SOLDER’ê Denîz Can Aydin jî axivî û got malbata Şenyaşar mînakek girîng a têkoşîna edeletê ye.

Piştî nobetê malbat derbasî meclîsê bû.