Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku derewa desthilatdariya AKP-MHP’ê ya derbarê Îmraliyê de bi bersiva komîsyonê fermî bûye û ev pirs kir, “Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Hûn çi ji Îmraliyê direwînin?”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dabûn. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li civata giştî ya Meclîsa Tirk têkîldarî bersiva Wezareta Edaleta Tirk ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.

Gulîstan Kiliç diyar kir ku bêyî ku fikara hiqûqî û helwesta exlaqî li ber çavan bê girtin li Îmraliyê desthilatariya tecrîdê tê sepandin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku wan beriya niha jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan dane û wiha got: “Binêrin bersiveke çawa ji me re şandine. Wezaret gotiye; ji bo ku qala têgeha tecrîdê bikin, divê têkiliya girtî bi parêzer, xizm û girityên din re bi temamî ji holê rabe. Başe em dipirsin: Hevdîtina bi malbat û parêzeran ne qedexe ye? Weke ku ev bi salan e hevdîtin ji aliyê desthilatdariyê ve nehatiye astengkirin, wezîr têgeha tecrîdê vegotiye. Wê demê bersiv bidin ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve çend car hevdîtinên bi parêzeran re çêbûn? Çima parêzer nikarin biçin Îmraliyê? Çima malbat nikarin biçin Îmraliyê?”

Koçyîgît got ku li Îmraliyê tu mekanîzmayên kontrolkirinê yên serbixwe nînin û wiha got: “CPT tê, diçe Îmraliyê, vedigere, rapor amade dike, em dibêjin bila rapora xwe eşkere bike, Tirkiye destûrê nade vê jî. Em dipirsin; Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Hûn çima li Îmraliyê têcrîd pêk tînin û bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin çi bikin? Divê pêşî desthilatdar bixwe bersiva van pirsan bide. Bi gotina ‘tecrîd tune ye’ tecrîd ji holê ranabe.”

Koçyîgît got ku li Îmraliyê êşkence heye û bang li parlementeran kir ku li hemberî êşkenceyê bêdeng nemînin.

Koçyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê teqez welatekî azad û demokratîk ava bikin.”