Li Stenbolê qirkirina siyasî: Hejmara binçavkiriyan zêde bû

Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de yên bi hinceta berxwedana 1'ê Gulanê hate kirin, hejmara binçavkiriyan bû 27 kes.

Polîsan îro li Stenbolê serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinên malan de tevî endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Ciwantiya Şoreşger, Federasyona Meclisên Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û Înîsiyatîfa Meclisên Sosyalîst (SMI) 27 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di nav kesên binçavkirî de nûçegihanê Gazete Patîkayê Alî Kadîr Guler jî heye. 
 
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê. Hat destnîşankirin ku kesên hatine girtin, yên di 1’ê Gulanê de ji Saraçhaneyê dixwestin ber bi Taksimê ve biçin û dijî barîkatên polîsan li ber xwe dane ne. 
 
Tê payîn ku dê karûbarên îfadeyê yên binçavkiriyan, îro li midûriyeta polîsan dest pê bike.