FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin

FEDA'yê bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û got: ‘’Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji zîhniyeta qirkeran û komkujiyan distînin.’’

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) daxuyaniyeke nivîski weşand û di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Nezanê bi navê Mûrat Belge ku xwe weke rewşenbîr dizane, baweriya me ya pîroz weke ensest pênase kiriye. Ew kesê bi navê Ozkan Çelîk ku qaşo xwe weke hunermend dide nasîn, hewl daye ku henekên xwe bi Elewîtiyê bike. Her wiha Huda Parê li Dersimê namzet derxistiye û seredana pîrê me Seyît Riza kiriye û daxuyaniyek daye. Helbet hewce ye em bersiva van hemûyan bidin. Mûrat Belge qaşo weke rewşenbîrê vî welatî tê zanîn. Di pirtûkeke wergerê de navê Qizilbaşiyê weke ensest wergerandiye. Tenê ev yek têrê dike ku em bibêjin ev kes xwendeyekî nezan e. Nabe ku pênasekirina  Elewîtiyê ya bi vî rengî weke xeletiyeke biçûk bê qebûlkirin. Ev rasterast helwesta qirkeran e.

Bêexlaqiyeke din jî ji aliyê kesê bi navê Ozkan Çelîk ku qaşo ew jî xwe weke hunermed dizane, hatiye kirin. Demekê beriya ev kesê nezan û bêexlaq henekên xwe bi baweriya me ya pîroz kirine. Tiştê ecêb ew e ku vî kesî jî huner ji bo vî karê xwe yê qirêj bi kar aniye.

Mijareke din a girîng a ku hewce ye em bi raya giştî re parve bikin ew e ku Huda Parê li Dersimê ji bo hilbijartinên xwecihî namzetê xwe derxistiye û çûye seredana peykerê pîrê me Seyît Riza. Hewce ye bi zelalî bê eşkerekirin ku ev yek li dijî Elewîtiyê û bi taybetî jî li dijî Elewîtiya Rêya Heq êrîşeke adî ye. Hewcehiya pîrê me Seyît Riza bi seredana nûnerên zîhniyeteke weke Huda Parê ku hemû hebûna xwe li ser dijminahiya Elewiyan ava kiriye, tune ye. Tu Elewî qebûl nakin ku Pîr Seyît Riza bi vî awayî were biçûkxistin.

Di nava hefteyekê de ev her sê bûyerên qirêj pêk hatin. Kirdarên her sê bûyeran jî hêza xwe ji heman cihî distînin. Çavkaniya van hersêyan jî zîhniyeta qirker a Tirk e ku dixwaze Elewîtiyê tune bike.

Weke FEDA’yê erka me ye ku em li her derê li dijî vê pergala zilmê li ber xwe bidin. Ji ber wê jî em ê li dijî hemû êrîşên li ser Elewîtî û Elewiyan dengê xwe bilind bikin.”